Mamoste û xwendekaran daxwaza ENKS’ê şermezarkir

  • 14:04 25 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Mamoste û xwendekarên Efrînê bi armanca şermezarkirina daxwaza ENKS’ê derbarê rakirina zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan. 
 
Bi aramnca şermezarkirin û neqebûlkirina daxwazên ENKS’ê yên rakirina zimanê kurdî li rojavayê Kurdistanê, mamoste û xwendekarên Herêma Efrînê bertekên xwe bi daxuyaniyekê nîşandan. Daxuyanî li kampa Berxwedanê ya navçeya Fafînê  Şehabyê bi tevlîbûna xwendekarên li kampê û momsteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) hate dayîn. Di daxuyaniyê de xwendekaran pankertên bi nivîsa”Em Efrînî ne, zimanê me kurdî ye”,”Ziman nasnameya netewan e”,”Zimanê me çand e, hebûne û nasname ye” hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê mamosteya zimanê kurdî Şîlan Elî ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Netewa kurd ku civakeke herî eslî û kevnar a li ser axa Mezopotamiyayê ye, di heman demê de xwediyê malbata mezin a komên zimanên Aryen e. Lê mixabin ev civak û netewa ku xwediyê vê axa pîroz û zimanê dewlemend e bi herikîna dîrokê re tim bi qirkirina ziman û çandê re rû bi rû maye.  Ev xak hatiye dagirkirin û li ser bi sedan komkujî hatine kirin.
 
Ger zimanê me qebûl nakin em jî wan qebûl nakin 
 
 Ji destpêka dîrokê vir de û bi taybet di vê sedsala dawî de ku welatê Kurdan kirin çar parçe, rola sereke ya van dewletên dagirker jî ew bû ku Kurdan di qirkirina ziman û çandî re dervas bikin.  Bi fikirekî netewî û demokratîk Kurd jî xwedî çand, ziman in. Her wiha zimanê netewên din jî di nava xwe de parastine. Ruxmî ku kurd jî yek ji netewên Sûriyê ne û axa Sûriyê parastine heta niha ziman, çand û perwerdeya wan ji aliyê Rêjîma BAAS’ê ve nehatiye qebûlkirin. Ji demeke dirêj de qala yekîtiya partiyên kurdî tê kirin, herî dawî ENKS’ê daxwaz kiriye ku pêwist e li rojavayê Kurdistanê dev ji perwerdeya ziman û çanda kurdî were berdan. Em dipirsin gelo heger hun encumena niştimanî ne, hûn ji bo nîştiman û zimanê kurdî çi difikrin? Heger hûn Kurdistaniyên netewî ne, ev netew wê zimanê xwe li ku derê û çawa biparêze? Gelo dema hun behsa yekitiya kurdan dikin, yekitiya kurdan li ser lihevhatina ziman û dagirkeriya rejimên mêtînger e? Li dijî ewên  ku bajarên kurdan dagirkirine û zimanê wan qebûl nakin, Gelê Kurd  jî sîstema wan a BAAS’ê ya rêjîma Sûriyeyê qebûl nake.
 
Bibin netwperwer, çand û ziman biparêzin
 
Ji bo ku em bi ziman û çanda xwe perwerdeya xwe bibînin, me gelek berdêlên giranbûha dane. Ji sala 2011’an heta niha kedek pîroz ji bo rûniştandina sîstema perwerdeya bi zimanê dayikê tê dayîn. Ji qonaxa ku bi veşartî em fêrî tîpekê dibûn, em niha derbasî qonaxa ku em bibin xwedî meteryal  bûne û di asta peymangeh û zanîngehan de bi xwe re şoreşekê bi rêve dibin.  Li ser vê bingehê em weke mamoste û xwendevanên Herêma Efrînê vê nêzîkatî û daxwazên wan bi tundî şermear  dikin. Em dibêjin Li şûna ku hûn bibin bingeha daxwaza dijminên kurdan, bibin netewperwerên welat,ziman û çanda xwe. “
 
Daxuyanî bi dirûşmeya”Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.