Li Kobanê semînera bîranîna Bêrîtanê

  • 13:01 25 Cotmeh 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star a bajarê Kobanê Gûlnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) di salvegera wê ya 28'emîn de bi bîr anî.
 
Bi wesîleya 28'emîn salvegera Gûlnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ku li dijî îxanet û dagirkeriya dewleta tirk ji çiyayê Lêlkan yê Başûrê Kurdistanê avêt, Kongreya Star li hola navenda xwe semîner li dar xst.Di semînerê de Endamên Kongreya Star, komîn, meclîs, saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweser amede bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê hat destpêkirin. 
 
Di semînerê de Endama Rêveberiiyê ya Kongreya Star Raperîn Dêrîk axivî û Bêrîtan bi bîr anî. Raperînê wiha got: "Şehîd Bêrîtan ji bajarê Dêrsimê ye, lê ji ber komkujiyên dewleta tirk neçarî terkkirina bajarê xwe bûn. Ew bûyer ji bîra wê neçû, loma ew li ser riya Besê û Zerîfeyan meşiya û beşdarî tevgera azadiyê bû. Bêrîtan bû sembola şerê ku di salên 1991/1992'an de hatiye meşandin. Têkoşîna ku ji Besê û Zerîfeyan dest pê kir bi Bêrîtanan berdewam kir û di roja îro de li Heftenîn û deverên din ên  Kurdistanê didome. Bêrîtan bi fikra  xwe ewqas mezin bû ku xeyala wê ya herî mezin jiyana Rêber Apo binivîse. Şerê di 1992'an de pilaneke mezin bû û bi destên Natoyê hatibû destpêkirin.  lê Bêrîtanê bi têkoşîna xwe rê li ber pêkhatina wî planî girt. Di wî şerî de du xet derketin pêş a berxwedanê û ya îxanetê. Lê bi saya çalakî û fedekariya Gûlnaz Karataş (Bêrîtan) berxwedan bi ser ket û ew ji bo me jinan bû nasname."
 
Bêrîtanê ji rêhevalên xwe re gotibû heger ez rojekê şehîd ketim divê hûn di bîranîna min de helwê çêkin û belav bikin, li ser vê bingehê di dawiya semînerê de helaw hat belavkirin.