Ji Mîraç agahî tune ye

  • 11:43 25 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Mîraç Çîçek ê 4 salî di 31’ê tîrmehê de winda bû heta niha jî tu agahî jê nehatiye girtin. Bavê wî Remzî Çîçek bang li raya giştî kir û got: “Rayedar wek Mîraç winda nebûye tevdigerin. Ji bo dîtina wî divê lêkolînekî berfireh bê kirin.”
 
Malbata Mîraç Çîçek ji bo cejnê çûbûn gundê Keleçî ya girêdayî Pîrana Amedê. Mîraç li ber deriyê malê dilîst û piştî demek malbat ferq dike ku Mîraç ne li ber deriyê li malê ye. Malbat serî li qereqola Pîranê dide. Lêgerîna malbatê ji 31’ê tîrmehê heta îro bê navber didome. Bavê Mîraç Remzî Çîçek derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û banga alîkariyê kir.
 
‘Wekî ku Mîraç winda nebûye tevdigerin’
 
Remzî diyar kir ku êdî Mîraç nagerin, wek ku Mîraç winda nebûye tevdigerin û got: Di lêgerîna Mîraç de tu pêşketinek tune ye. Derbarê dosyayê de biryara veşartinê hat dayîn û 6 kes hatinbûn binçavkirin. Lê em nizanin ev kes kî ne û çima hatin binçavkirin. Dozgerî heta niha agahiyek neda ye. 3 meh diqedin, dewlet çi dike?”
 
‘Ji me re îxbarek an agahiyek nehat’
 
Remzî ji bo em agahiyek bi dest bixin serî li bernameya Muge Anli da ye û wiha axivî: “Em derketin bernameya Muge Anli û li gund çi bûye û çi nebûye me hemû tişt li televîzyonê anî ziman. Lê ji wir jî ji me re agahiyek nehat. Em 22 rojan li Stenbolê man. Ji ber ku tu agahî nehat girtin wan em şûn de şandin.”
 
‘Ez hatim binçavkirin’
 
Remzî, wiha behsa xwe ya binçavkirinê kir: “Hefteya borî fermandarê qereqola Pîranê telefonê min kir û bangê lî min kir. Min jî got belkî agahiyek girtine û ez çûm qereqolê. Li wir tu sedem ji min re negotin û min binçavkirin. Ez şevek di binçavan de mam. Pişre min birin dozgeriyê û îfadeya min girtin. Min wekî gumanbar didîtin.”
 
 ‘Îstîxbarata vê dewletê li ku ye?’
 
Bavê Mîraç Remzî di dawiya axaftina xwe de bang li dewletê kir û got: “Roja ku Mîraç winda bû nêzî 200 wesayît ji bo cejnê hatibûn gund. Wesayîtên ku hatin gund divê yek bi yek bihatana lêkolînkirin an jî bila niha bên lêkolînkirin. Îstîxbarata dewletê li ku ye? Ji bilî Mîraç 2 zarokên min ên din jî hene. Zarokên min her gav dipirsin, dibêjin Mîraç ew ê kengî were malê. Her kes wek ku Mîraç nejiyabe tevdigere. Bila dewlet lawê min bibîne.”