Meclisa Îştar ji bo Bêrîtanê semîner da

  • 10:25 25 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Mexmure bî minasebeta 28’emîn salvegera şahadeta Gulnas Karataş (Bêrîtan) semînerek da û ew bi bîr anî.
 
Bi minasebeta 28’emîn salvegera şahadeta Gulnas Karataş (Bêrîtan) ji aliyê Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) Seminerek hat dayîn. Semîner bi tevlibûna xebatkarên hemû saziyan li Saziya Malbatên Şehîdan Pêkhat. Beriya ku semîner dest pê bike ji bo tevahî pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
 
Li ser jiyan û giringiya têkoşîna Bêrîtanê ya ji bo Gelê Kurd, endama Meclîsa Îştar Cemila Korkmaz axivî û got: “Dema em dibêjin Bêritan berxwedana jina kurd tê bira me. Heval Bêritan rastiya serokatî zu fam kir, tekoşîna rizgariya jina kurd ji bo xwe kir bingehê jiyanê. Di sala 1992’an de di şêrê îxanetê de heval Bêritan rola rizgariya xeta jina kurd lîst. Heta giha şahadetê ji xiyanet ne pejirand. Di çalakiya xwe de zihnyeta mêr têk bîr. Bêrîtana ku bû hêviyek ji bo hemû jinên cîhanê li Kurdistanê jî gelek dayikan navê Bêrîtanê li zarokên xwe kir.  Mirov nikare bi gotinan wateya şehîdbûnê pêknase bek. Ji bo ku em jin bibin layiqê vê têkoşînê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin."
 
Seminer bi duruşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" bi dawî bû.