Beritan li Serdeşta çiyaye Şengale hate bîranîn

  • 09:34 25 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Bêritan ( Gulnaz Karataş) di salvegera 28' emîn şahadeta xwe de li Serdeşta Çiyayê Şengalê hate bîranîn. 
 
Beritan( Gulnaz Karataş) di 28'emîn salvegera şahadeta xwe li Serdeşta Çiyaye Şengale bi merasîmekê hate bîranîn. Di bîranînê de li ser nave Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Hezar Mendo Axîvî. 
 
Hezar Mendo bal kişand ser berxwedana Bêrîtanê û wiha got; “ Bêritana zilm û zoriya li ser jin û gelê xwe dît, ji bo azadiya gelê xwe çek rakir û têkoşîn da. Beritana ku soza berxwedanê da gelê xwe di soza xwe de gotibû, 'Heta ez saxbim ez ê ji bo azadiya gelê xwe têkoşînê bidim'. Bêrîtanê ev soza xwe bi cih anî û heta dawiya jiyana xwe li ber xwe da. Bêritana ku  heta dawî li ber xwe da, li gel êrîşên her çar alî yên li hember xwe jî teslîm nebû û piştî ku fîşekên wê qedeiyan ji bo ku teslîm neyê girtin xwe ji zinar avet. Bêrîtanê bi vê têkoşîna xwe ji bo me hemûyan bû mînak.” 
 
Biranin bi temaş kirina sînevîyona li ser kesayet û têkoşîna Bêrîtanê bi dawî bû.