'Dewleta tirk rêxistina jinan wekî metirsiyê ji xwe re dibîne'

  • 09:11 25 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Rêvebera Kongreya Star a Til Temirê Gulîxan Tahir êrîşên li dijî jinan û komployên li dijî Gelê Kurd nirxand. Gulîxanê da zanîn ku li dijî hemû êrîşan yekîtî divê esas bê girtin û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk ne nû ne, pêwîstiya me bi yekîtiyekê heye ku em bikaribin li hember komployên qirkirinê yên di derheqê Gelê Kurd e bibin bendav."
 
Êrîşên li dijî jinên kurd li her çar parçeyan dewam dikin. Li dijî van êrîşan têkoşîna jinên kurd jî dewam dike. Rêvebera Kongreya Star a Til Temirê Gulîxan Tahir têkildarî mijarê da zanîn ku jinên kurd çiqasî xwe birêxistin bikin ew ê ewqas zêde li dijî êrişkaran bikaribin bisekinin. 
 
'Têkoşîna jinên kurd dewam dike'
 
Gulîxanê diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî Gelê Kurd û jinên kurd ne nû ne û wiha got: "Komkujiyên li dijî Gelê Kurd ji Dêrsimê û serîhildana Şêx Seîd heya roja me ya îro bi hemî hovitiya xwe li Kurdistanê dewam dike. Dewleta tirk çiqasî xwestibe kurdan tune bike lê nikarîbû, ji ber ku hafizeya Gelê Kurd tijî bîranînên wê demê ye ku îro jî bi wê armancê, li hember faşîzmê têkoşîn dikin. Têkoşîna jinên kurd û gelê kurd her dem dewam dike. "
 
'Dewleta tirk rêxistina jinan wekî metirsiyê ji xwe re dibîne'
 
Gulîxanê bal kişans ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Êrîşên ku îro li dijî Kurdên Êzîdî li Şengalê pêk tê, berdewamiya komkujiyên li ser Dêrsimê ye. Hedefgirtina jinan û binçavkirina siyasetmedaran nîjadperestî ye. Berxwedana Leyla Guven cîhan hejand û têkoşîna wê jî bi encam bû. Metirsiya dewleta tirk ji jinên birêxistinkirî zêde heye, ji lewra her jinên Kurd îro rêxistina xwe fireh dikin. Kurd li ku derê cîhanê hebin dibin hedefa dewleta tirk."
 
'Mejî û ramanên wan nayên dîlgirtin'
 
Gulîxanê diyar kir ku armanca êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, valaderxistina projeya netewa demokratîk e û wiha pê de çû: "Dibe ku gel û jinên Bakurê Kurdistanê tên girtin lê mejî û ramanê wan nayên dîlgirtin. Jinên ku îro tên binçavkirin ji berê zêdetir têdikoşin. Ji lewra Şoreşa ku îro li Rojavayê Kurdistanê dibe, bandoreke wê ya sereke ji Bakurê Kurdistanê digire. Dewleta tirk di wê metirsiyê de ye ku rojekê ji rojan projeya Netewa Demokratîk bandorê li Bakurê Kurdistanê jî bike. Loma îro êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, armanca wê valaderxistina projeya Netewa Demokratîk e."
 
'Yekîtî şert e'
 
Gulîxan bi vê peyamê dawî li gotina xwe anî: "Em dîroka xwe baş bixwînin û nas bikin li gorî wê jî yekîtiya xwe ya li hember faşîzmê ava bikin. Em gavên stratejîk yên demdirêj derbarê yekîtî û hevgirtina Gelê Kurd de biavêjin û pêk bînin. Pêwîst e ku ji bo parçeyekî tenê em tênekoşin. Bersiva herî mezin a li dijî komkujiyên ku îro li dijî gelê Kurd dibe, yekîtî ye."