'Kiryarên li dijî jinê, li dijî civakê ne'

  • 09:01 25 Cotmeh 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê, Firyaz Berkel di derbarê kiryarên ku li dijî jinan tên kirin wiha got: "Li herêmên dagirkirî rojane jin tên hedefgirtin, divê vîna jinê li beramberî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê xurtir be."
 
Her çendî hêza jinan li beramberî hêzên nîjadperest xurtir dibe, xeta têkoşîn û berxwedanê mezintir dibe. Dewleta tirk û hevkarên wê jinan dikin hedefa êrîşên xwe û dixwazin bi rêya van kiryaran tirsekê di hundirê jinan de bide avakirin. Her wiha bi şoreşê re sazî û rêxistinên jin hatin avakirin û pêşxistin, roj bi roj jin tevlî saziyan dibin û cihê xwe di nava kar û xebatan de digirin. Ji ber Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê hatiye pênasekirin û birêvebirin, lewra dewleta tirk nahêle ku jin di nava civakê de bibin xwedî rol. Bi vê yekê jin jî dixwazin destkeftiyên dîroka xwe yên bi salane ku ji wan hatine sitendin, careke din bi dest bixin û ji nû ve zindî bikin û civakê li ser du bingehan bidin meşandin. Seroka Desteya Jinê ya Herêma Firatê Firyaz Berkel têkildarî mijarê axivî. 
 
'Kiryarên li dijî jinê, li dijî civakê ne'
 
Firyazê di destpêka axaftina xwe de qala Şoreşa Rojava û sucên ku li dijî jinan tên kirin kir û wiha got: "Ji 2011'an heta roja îro yên ku rastî tundî, kiryar, komkujî, destdirêjî, kuştin, revandin, destdirêjî û tecawizê tên jin in. Mixabin di aliyekî din de hişmendiya mêr-dewletê gelek astengiyan li pêşiya jinan derdixe û nahêle ku jin bigihêje armanca xwe. Ruxmî ku şoreşek hatiye avakirin û rola bingehîn a jinê ye, lê dîsa jî jin di gelek mijar û qadan de kêm dimîne. Ev yek jî bandora xwe ji hişmendî û kevneşopiyên civakê digire. Dema ku herêmek ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tên dagirkirin, yekser jinan hedef digirin, mînakên wê jî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab, Ezaz û Cerablûs e. Kiryarên dijmirovahî û bêexlaqiyê di derbarê jinan de tên kirin. Her wiha wêne û dîmenên jinan bi tazî li ser medyaya civakî belav dikin, gelek caran bi bedena jinê hatiye leyîstandin û bi rêbazên cur be cur tên qetilkirin. Di vir de dixwazin rengê jin û jiyanê tune bikin. Lê li beramberî van kiryaran hemûyan jî jin di nava liv û tevgerê de ye û têkoşîna xwe li hemberî dijminê xwe didomîne. Kiryarên li dijî jinê, li dijî civakê ne."
 
'Dewleta tirk dixwaze Şoreşa Rojava têk bibe'
 
Firyazê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi saya jinên têkoşer îro ew gihîştine vê astê û wiha domand: "Di nava 9 salên şoreşê de jin têdikoşe û dixwaze civakeke hevpar, azad, demokratîk û wekhev biafirîne. Ji ber di nava civakê de tenê yek zayend tê hesbandin, her hewildanên jinan hene ku di nava civakê de herdu zayendan wek hev bigirin. Di nava civakê de tenê yek reng nikare civakê bi rê ve bibe û ne jî  jiyanekê ava bike. Armanca dewleta tirk û hêzên desthiladar yek in. Bi rêya van kiryarên xwe dixwazin tirsekê di hundirê jinê de bide avakirin. Dixwaze jin behsa mafê xwe neke û nêrîna jinê di nava civakê de tune bike û her timî jin koleyê mêr-dewletê be. Lê êdî jin ketiye wê ferqê ku çawa xwe li hemberî van hêzên hegemonîk biparêze û behsa mafê xwe yê jiyanê bike. Di destpêkê de jin afrîneriya civakê bû, lê netehemulkirina mêr li beramberî jinê hişt ku jin her timî bindest be. Kîjan jin pêşengtî yan berxwedanê dike ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve tên hedefgirtin wek Zehra Berkel, Hevrîn Xelef, Hebûn Mele Xelîl, Amara Rênas û bi hezaran wek van jinan. Ev kiryarên ku li herêmê tên kirin dijmin dixwaze vê yekê bibêje yek jin serî li hemberî me hilde wê çarenûsa wan jinan wek Zehreyan û Hevrînan bin."
 
'Em ê têkoşîna xwe li hemberî hêzên desthiladar bidomînin'
 
Firyazê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku wê bi rêya hemleyan têkoşîna jinan bi ser bikeve û dagirkerî  têk biçe û wiha bi dawî kir: "Divê her kes ji xwe de dest pê bike û bi taybet dema ku hişmendiya mêrê serdest a kevneperest di nava civakê de rabe wê demê azadiya jinê wê di nava civakê de mayînde bike û herdu zayend wê ser bingeha hevjiyana azad di nava civakê de bijîn. Li hemberî kiryarên dewleta tirk û hişmendiya civakê em têkoşîn dikin. Me wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi hemleya li dijî dagirkerî û qirkirinê dest pê kiriye. Di 8'ê Cotmehê me hemleya xwe li hersê kampan bi daxuyaniyekê ragihand. Armanca me ya vê hemleyê ew e  ku em çawa dagirkeriyê têk bibin û jinan biparêzin. Lê divê her jineke Rojava xwe di nava vê hemleyê de bibîne û rola xwe di nava vê hemleyê de bi awayekî baş bide lîstandin. Da ku em bi rêya çalakiyên xwe nîjadperestiya dewletan têk bibin û jin wê jiyanê biparêzin."