ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 25 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Seroka Desteya Jinê ya herêma Firatê, Firyaz Berkel di derbarê kiryarên ku li dijî jinan tên kirin wiha got: "Li herêmên dagirkirî rojane jin tên hedefgirtin, divê vîna jinê li beramberî hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê xurtir be." DÎMEN HEYE
 
*Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a ku bi rihê têkoşîna xwe rûmeta nirxên jinê û civakê parast di Cotmeha 1992'yan de heta guleya xwe ya dawî şer kir û radestî qebûl nekir. Bêrîtana ku radestî qebûl nekir û xwe ji ser zinarê avêt bi serîhildana xwe mîrateyeke mezin li dû xwe hişt.
 
*Ji Rêveberiya Tevna Alîkariya Jinên Êzidî Zehra Xelef, di nava Şandeya Jinan a Êzidî de cih digire bal kişand ser hevdîtinên ku li Bexdayê pêk hatî û got: “Hevdîtinên me berdewam dikin. Gelek sazî erênî nezî daxwaza me bûn û piştgiriya xwe ragihandin.Hikûmeta Herêmê jî îdia dike ku peyman ji bo vegera hêzeke li Şengalê nehatiye îmzekirin. Lê ev ji bo me nakokî ye. DÎMEN 
 
*Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, bal kişand ser êrişên li hemberî partiya xwe û got: "Partiya me ji roja ku hatî damezirandin heta îro bi êrişan re rûbirû maye. Lê ligel êrişan HDP'ê bêtir xwe bi hêz kir û li ber xwe da. Tenê armancek me heye û ev jî demokratîkbûyîna Tirkiyeyê."
 
* Adaleta Kaya destpêkirina nû ya xebatên ji bo lêgerîna Gulîstan Doku nirxand. Adaletê wiha got:"Di demên dawî de revandina jinan û piştre qetilkirina wan rewşeke bi guman e. Ev yek bi taybet li herêmên me pêş ketiye. Em difikirin ku ev yek konsepta şerê taybet a dewletê ye. Windakirina Gulîstanê konsepta şerê taybet a dewletê ye." DÎMEN HEYE
 
*Rêvebera Kongreya Star a Til Temirê Gulîxan Tahir êrîşên li dijî jinan û komployên li dijî Gelê Kurd nirxand. Gulîxanê da zanîn ku li dijî hemû êrîşan yekîtî divê esas bê girtin û wiha got: "Êrîşên dewleta tirk ne nû ne, pêwîstiya me bi yekîtiyekê heye ku em bikaribin li hember komployên qirkirinê yên di derheqê Gelê Kurd e bibin bendav." DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka Komîteya Şaredariyên Herêma Firatê Meqbûle Bekî têkildarî amedekariyên şaredariya gel a ji bo pêşwaziya werza zivistanê wiha got: "Ji bo pirsgirêkên gel yên di zivistanê de nemînin, me ji despêka salê de sê pirojeyên girîng dan destpêkirin ku niha ji sedî 80 hatine  kirin."  DÎMEN HEYE
 
*Rojnemevan Binefş Sarya bi boneya salvegera 27'emîn a şahdeta Gûlnaz Karataş got: "Bêrîtan Hêvî ji nebûnê hebûn diafirand, bê navber li dijî hişmendiya zayendperest, serdest têdikoşiya. Wê bi têkoşîna xwe artêşa jinê da avakirin. Ger îro em bi awayek wêrek rojnemevaniya jin û jiyanê dikin bê guman ew bi saya têkoşîna Bêrîtananê ye." BI DÎMEN