Şêniyên Hesekê ji bo piştgiriya YPJ'ê meşiyan

  • 16:33 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Rêxistina Kongreya Star a bajarê Hesekê bi dirûşma "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin" meşek girseyî li dar xist. 
 
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Hesekê bi dirûşma "Na ji dagirkerî û qirkirinê re, em ê jin û jiyanê biparêzin meşek girseyî bi armanca pişgiriya YPJ/YPG'ê û QSD'ê li dar xist. Di meşê de bi sedan ji pêkhateyên bajarê Hesekê, rêveber û endamên saziyên sivîl amade bûn. Di meşê de alê YPJ/YPG'ê û QSD'ê û pankartên bi nivîsa "YPJ/YPG'ê û QSD'ê hebûn û hêza me ye", "Na ji dagirkeriyê re" û "Jin jiyan e, em ê jiyanê biparêzin" hatibûn hildan. Meş li qada Miftî dest pê kir li ber navenda Çand û Hunera bajarê Hesekê veguherî mîtîngê.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Muna Yûsif teqez kir ku şervanên YPJ'ê ji tevahî cîhanê re bûn sembol û wiha domand: "Di şoreşa Rojava de jin xwedî rolek pir girîng bûn. Jin bi pêşengtiya xwe di hemû kar û xebatan de xwedî sekin û rol bûn. Her wiha di qada leşkerî de bû sembol ku çawa tevahî cîhanê ji terorê xelas kirin. Jin bi fedekarî, berxwedan û têkoşîna xwe tevahî cîhanê hejand, lewma îro dewletên desthilatdar hêz û îradeya jinan hedef digire. Em ê bi rêxistinbûyina xwe dagirkerî û tundiya li ser jinê têk bibin."  
 
Bi navê Hêza QSD’ê Remedan Badînî diyar kir ku şervanên QSD’ê ji bo parastina gel û xaka xwe wê canê xwe feda bikin û wiha got: "Parastina gel erkê me ye, tu kes nikare îradeya me têk bibe ji ber ku em îradeya xwe ji gelê xwe digirin."
 
Mîtîng bi dirûşma "Bijî berxwedana YPJ/YPG'ê û QSD'ê" bi dawî bû.