Polîsan êrîşê endamên Malên Gel kir

  • 16:25 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
ENQERE - Li Enqereyê polîsan mudaxileyî çalakiya endamên Malên Gel kir û gelek çalakgeran binçav kirin. 
 
Li Enqereyê endamên Malên Gel bi daxwaza “Em dixwazin bi mirovî bijîn” xwestin li Cadeya Sakaryayê daxuyanî bidin çapemeniyê. Endamên Malên Gel pankarta “Em dixwazin bi mîsogerî bixebitin û bi mirovî bijîn” vekirin û cade li çûnûhatinê re girtin. Polîsan pêşî li çalakgeran girt û xwest asteng bike. Tevî astengiyan jî girseyê xwest bimeşe lê polîsan mudaxileyî wan kir, li wan da û gelek kesan binçav kirin. 
 
Polîsan gef li rojnamevanan jî xwar û ji karê rojnamevanan re astengiyan derxistin.