Li Wanê li dijî şîdetê panelek hat lidarxistin

  • 15:59 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
 
WAN - TJA, li Wanê di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de bi navê "Li dijî şîdeta li hemberî jinê têkoşîn" panelek li dar xist û di panelê de jinan bal kişandin ser polîtîkayên şer ên taybet û gotin: "Li dijî şîdetê rêxistinbûyîna jinê girîng e." 
 
Di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê bi navê "Li dijî şîdeta li hemberî jinê têkoşîn" panelek li darxist. Panel li avahiya Şaxa Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê hat lidarxistin.  Hevşaredara berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Erdîşê Dîba Keskîn û ji Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Sevda Aydin wekî axaftvan beşdarî panelê bûn. 
 
Parêzer Sevda, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên şer ên ku li herêmê tê meşandin û got: "Li bajarên kurd lê dijîn de her roja ku derbas dibe taciz, tecawiz û êrîşên zayendî zêdetir dibin. Ev tişt ji ber tifaqa faşît a AKP û MHP'ê pêk tê. Li Şirnexê zaroka 13 salî bi êrîşa zayendî re rûbirû mabû û walîtî jî bi daxuyaniya xwe êrîş meşrû kir. Li Êlihê jî di bûyera Îpek Er de jî heman tişt hebû çawîşê pispor gotina xwe 'Tiştek nayê serê min' bi cih anî û serbest hat berdan." 
 
Sevda di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser cureyên şîdeta li hemberî jinê û diyar kir ku li dijî her cureyên şîdetê divê têkoşîneke xurt bê dayîn. 
 
Hevşaredara berê Dîba jî bal kişand ser rola jinê a di nava ol de û wiha axivî: "Şîdet îcadekî mêr e. Di dîrokê de tu ol şîdeta li hemberî jinê qebûl nake. Zîhniyeta serdest a mêr e bi pirsgirêk e. Ji bo ku em li dijî zîhniyeta serdest a mêr têbikoşîn divê em ji mafê xwe agahdarbin û wisa têbikoşîn. Jin bi hev re bi hêz in. Divê jinek bi tenê nemîne, em piştevaniya xwe mezin bikin û bi hev re têbikoşîn."
 
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.