1'emîn konferansa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bi dawî bû

  • 15:16 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - 1'emîn konferansa Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma "Bi têkoşîna yekîtiya gelan ji bo Sûriyeke azad, em ê teqez bi ser bikevin" dest pê kiribû, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê 1'emîn konferansa xwe bi dirûşma "Bi têkoşîna yekîtiya gelan ji bo Sûriyeke azad, em ê teqez bi ser bikevin" bi tevlîbûna 150 delegeyan li hola Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê li Şehbayê dabûn destpêkirin bi daxuyaniyekê bi dawî kirin.  
 
Piştî xwendina perspektifên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rapora du salan a Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ji aliyê Endamê Ofîsa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed Omer ve hate xwendin. Her wiha ji aliyê Endama Partiya Sûriya Pêşerojê Xatûn Ibrahîm ve sistema hundirîn ya Meclîsê hate xwendin û ji aliyê delegen ve ser hate niqaşkirin.
 
Paşê 15 kes ji bo Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê hatin hilbijartin û ji wan Xelîl Hesen wek berdevk û Xedîce Mêrzo jî Cîgira Berdevkê hate hilbijartin. Kesên ku hatine hilbijartin soza xwe  dan. 
 
Herî dawî têkildarî konferansê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xelîl Hesen ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Me konferansa xwe di bin şert û mercên zehmet ên ku gelên Sûriyeyê tê de dijîn de li dar xist. Li Sûriyeyê aloziyek pir kûr tê jiyîn û her hêzek dixwaze cihê xwe di vê aloziyê de bigire û li Sûriyeyê bi cih bibe. Dewleta tirk cihên ku dagir kiriye li wê derê wêran, talan û koçberî pêş ketiye. Bi pêşengtiya hêzên YPJ/YPG'ê û QSD'ê dawî li çeteyên DAIŞ'ê hat. Her wiha di warê siyasî de pêşketinên Meclîsa Sûriya Demokratîk ji bo aloziya Sûriyeyê bi rêya siyasî gavên berbiçav hatin avêtin. Her wiha Meclîsa Partiyên Sûriya Pêşerojê hate avakirin û tevahî ciwan bi hemû pêkhateyên xwe cihê xwe tê de digirin. Li ser van esasan ji bo ku em karibin zêdetir xwe bigihênin tevahî ciwanan û belavkirina fikra demokrasiyê  di nava civakê de biryara avakirina Meclîsa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê hat dayîn û li gor wê xebata xwe bidin meşandin." 
 
Biryarên ku di konferansê de hatine girtin wiha ne: 
 
*Ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk were ew ê xebat bên kirin
 
*Ji bo dijmin ji nava axa me derkeve û kesên koçber vegerin bajarê xwe ew ê xebat bên kirin. 
 
*Ew ê Meclîsa ciwanan û komîteyên wê li tevahî kanton û navçeyan bên avakirin.
 
*Ew ê avakirina Sûriyeyeke azad û nenavendî bê esasgirtin. 
 
*Ew ê hewildana bidawîkirina hêzên dagirker bê pêşxistin.