Mêrê bû sedema qetilkirina Melekê hat binçavkirin

  • 14:55 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Orhan Vatanser ê ku bû sedem Mustafa Aslan xwişka xwe Melek Aslan bukuje piştî li Navçeya Serdivanê ya Sakaryayê hat binçavkirin ew anîn Muduriyeta Emniyetê ya Amedê. 
 
Di 21'ê Cotmehê de Mustafa Aslan ji Semsûrê hatibû Amedê û xwişka xwe Melek Aslan kuştibû. Hatibû hînbûn ku yê bûye sedema vê kuştinê Orhan Vatasever e (35). Hatibû hînbûn ku berê jî Orhan Vatansever tundî li Melekê kiriye û têkildarî wî de biryara dûrxistinê hatiye dayin. 
 
Di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê de Orhan li Navçeya Serdivana Sakaryayê hat binçavkirin û piştre sewqî Stenbolê hat kirin. Orhan radestî ekîba polîsên ji Amedê hatin, hat kirin û ew anîn Amedê.