Li Helebê li dijî dijberiya ENKS’ê ya Zimanê Kurdî daxuyanî hat dayin

  • 14:32 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
HELEB - Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) li dijî daxwazên ENKS’ê ji bo qedexekirina xwendina zimanê kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da.
 
Di dan û standinên partiyên siyasî yên kurdî de, bi armanca avakirina yekrêziya kurdî ENKS’ê daxwaz kir ku zimanê dayikê, zimanê kurdî li Rojavayê Kurdistanê bê qedexekirin. Têkildarî mijarê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratî (KPC) li dijî vê biryarê daxuyanî da. Daxuyanî li dibistana Alan Mihemed a ku dikeve Taxa Şêx Meqsûd Şerqî  de hat dayîn, bi dehan mamosteyên Helebê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) Zekiye Mistafa hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Ji bo ku mirov bi rûmet bijî û hebûna xwe biparêze her têdikoşe. Gelê Kurd yek ji gelên ku di oxira tekoşîna hebûna xwe de, hertim bi israr bûn û berdelên herî giran dane. Yek ji armancên parastina vê hebûnê, parastina ziman e. Ziman nasnameya mirovan diyar dike û ev nasname jî bi saya keda bi hezaran pakrewanên azadiyê hatiye bidestxistin.  Ji bo avakirina civakek xwedî çand û exlaq nifşên nû ser hîmên bingihîn yên vê şoreşê hatine perwerdekririn û di nav de jî bi zimanê xwe perwerdeya xwe dibînin. Xewnên bi salan di nava vê şoreşê de pêk hatin, zimanê dayikê  niha gihaştiye asta zanîngehan, ev jî ji berhemên vê şoreşê bûn. Niha jî em dibînin ku ENKS’ê di dan û standinê xwe de daxwaz dikin ku sîstema perwerdeyê ya li Rojavayê Kurdistanê bê sekinandin. Ev jî piştgiriya daxwaza dijiminê Gelê Kurd dide nîşandan.
 
Em jî weke mamosteyên KPC’ê yên bajarê Helebê em dibêjin eger ENKS’ê xwe weke kurd dide nasîn, va ye Efrîn bi sedhezaran şagirt zimanê wan ji wan hate dizîn û zimanê tirkî li wir hat ferzkirin çima li hember wê bêdeng in?  Heger hûn kurd in li kurdbûna xwe xwedî derbikevin. Bazara zimanê dayikê nayê kirin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma” Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bû.