Xizmên Windayan li aqubeta Mahmût Dogan pirsîn

  • 13:52 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Xizmen Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 611'emîn de xwestin ku bersûcên Mahmut Dogan ê ku di 1993'yan de hat binçavkirin û 2 meh şûnde cenazeyê wî li Çinarê hat dîtin, bên darizandin. 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 611’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” ji ber Vîrusa Koronayê bi rêya vîdeoyekê li dar xist. Vîdeo li ser hesabê medya civakî yê ÎHD’ê hat belavkirin. Rêveberê ÎHD’ê Ercan Yilmaz serpêhatiya Mahmût Dogan ê di 27’ê Mijdara 1993’yan de li navçeya Çinarê ya Amedê hat qetilkirin vegot û xwest kujerên Mahmut werin dîtin. 
 
Emniyet binçavkirina wî înkar dike
 
Ercan diyar kir ku dema Mahmût Dogan di bin çavan de hatiye qetilkirin bavê 4 zarokan bûye û ew bi ajokariya teksîvaniyê ve mijûl bûye. Ercan da zanîn ku Mahmut roja 27’ê mijdarê ji malê derdikeve û dixwaze bi taksiya xwe biçe kar û êvarê venegare malê û li ser vê yekê malbata wî dikeve nava fikaran û demildest serî li qereqolê dide. Ercan anî ziman ku Emniyeta Amedê ji malbatê re dibêje ku Mahmût Dogan di bin çavan de ye û di wesayîta wî de çek hatine desteserkirin û pişt re emniyet binçavkirina wî înkar dike. 
 
Dosye hat girtin û kujer jî nehatin dîtin
 
Ercan da zanîn ku cenazeyê Mahmût Dogan û kesek pê re di 28’ê çileya 1994’an de li herêma Qerejdaxê ya girêdayî navçeya Çinarê tê dîtin û her çiqas serlêdan hatin kirin û lêpirsîn hatin birêvebirin, dosye hat girtin û kujer jî nehatin dîtin.