Help Kurdistan Dibistana Waşûkanîyê teslîm kir

  • 13:51 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Bi şahiyekê Komeleya Help Kurdistan Dibistana Waşûkanîyê radestî Rêveberiya Dibistana Kampa Waşûkanîyê kir. 
 
Komeleya Help Kurdistan a Siwêdî ku alîkariyê dide her çar parçeyên Kurdistanê, vê carê jî di 9'ê îlona 2020'an de dest bi çêkirina Dibistana Waşûkanî kir û beriya çend rojan bi dawî kir. Îro jî bi şahiyekê radestî Rêveberiya Dibistanê ya li kampa Waşûkanî kirin. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Komeleya Help Kurdistan Semîra Hac Esed axivî û wiha got: "Komeleya Help Kurdistan saleke bi gelê Serêkaniyê ku bi darê zorê hatin koçberkirin û niha li kampa Waşûkanî bicih dibin, dibe alîkar. Da ku zarok bikaribin bi zimanê xwe bixwînin û siberoja xwe ronî bikin. Di heman wextî de jî bizanibin ku dewleta tirk çiqasî zirar daye wan, komeleyê dest bi çêkirina dibistanekê kirin û piştî heyv û nîvekê em wê radestî Rêveberiya Dibistana Waşûkanî dikin."
 
Rêveberê Dibistana kampa Waşûkanî Mihemed Haco jî wiha axivî: "Çiqasî sazî û rêxistinên mirovî piştgiriyê bidin Kampa Waşûkanî û zarokên wê, ewqasî çanda xwe ya exlaqî û erk û misyona xwe pêk tîne. Em spasiya Komeleya Help Kurdistan dikin ku bi me re bû alîkar û dibistanek radestî me kirin."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dibistana Waşûkanî ji 6 refan pêk tê, her wiha wê 2400 xwendekar ji refê yekê heya navîn perwerdeya xwe lê bibînin. 
 
Şahî bi kêfxweşiya xwendekar û zarokan, bi dawî bû.