1’emîn konferansa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê dest pê kir

  • 12:45 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Li Şehbayê konferansa 1’emîn a Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma ”Bi têkoşîna yekîtiya gelan ji bo Sûriyeke azad, em ê teqez bi ser bikevin” hat lidarxistin.  
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Efrîn û Şehbayê 1’emîn konferansa xwe bi dirûşma ”Bi têkoşîna yekîtiya gelan ji bo Sûriyeke azad, em ê teqez bi ser bikevin” li dar xistin. Konferans li hola Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê li Şehbayê bi tevlîbûna 150 delegeyî  hat çêkirin. Hola konferansê bi wêneyên pakrewanên azadiyê hatibû xemilandin.  
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hatin kirin.
 
Li ser navê Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê, ji Rêveberiyê Meclîsê Mihemed Reşîd axaftina vekirina konferansê kir û wiha got: “Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê yekem car konferansa xwe li dar dixe. Ev dide diyarkirin ku gavên me yên pêşketinê yên pir girîng mayinde bûne. Em dixwazin ciwanên hemû netewan bi rihekî geş ji bo vê civakê xebatek  xurt bidin meşandin. Ji bo hemû ciwanan em hêviya serkeftinê dixwazin. ”
 
Li ser navê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîda a Herêma Efrînê, Xebat Welo pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Em bi saya xwîna pakrewanên xwe jiyana xwe ser vê axa bi rûmet didomînin. Em Konfransa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşeroj pîroz dikin. Bi rihê ciwanan em ê agirê şoreşê geş bikin û dagirkeriyê têk bibin.”
 
Li ser navê Rêveberiya Desteya Jinê ya Herêma Efrînê Zelox Reşîd axivî û ev tişt got: “Em konfransa Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê li pakrewanên azadiyê û bi taybet li şehîdên partiyê pîroz dikin. Konferans wê bibe rêya pêşketinê. Ji bo ku em karibin aloziya ku li Sûriyeyê diqewime çareser bikin, hebûna ciwanan di aliyê siyasî de girîng e.  Rola ku dikeve ser milê ciwanan ew e ku xwe bigihînin tevahî ciwanên Sûriyeyê, êşa wan hîs bikin û welatek azad, demokrat ne navendî ava bikin.”
 
Niha jî konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ser ciwanan didome.