'Rojnamevanên heqîqetê dişopînin dibin hedef'

  • 12:17 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
QAMIŞLO - Rojnamevanên jin ên ku di nava du salan de, di nava civakê de guhertin çêkirin û li dijî êrîşên dewleta tirk  roleke berbiçav dilîzin axivîn. Rojnemevanan gotin: "Jinan bi çek, pênûs û objektîfa xwe guhertineke mezin çêkirin û rastiya kiryarên dijmirovî yên dijmin ji cîhanê re ragihandin."
 
Bi tevlîbûna 200 delegeyan Yekîtiya Ragihandina Azad, kongreya xwe ya 4'emîn li dar xist. Di kongreyê de hejmarek berbiçav ji rojnamevanên jin amade bûn. Rojnamevanên jin asta xebat û encamên du salan, ji ajansa me re nirxandin.
 
'Ragihandina azad wê ji kiryaran re bibe bersiv'
 
Rojnamevan Mizgîn Gorsê bal kişand ser rola ragihandina azad û wiha dom kir: "Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de derbas dibe, lidarxistina kongreya YRA'yê cihê rêzgirtinê ye. Rojnamevanên ku di oxira ragihandina heqîqetê de şehîd bûn û yên ku dibin hedefa dagirkeran, pêwîstiya wan bi sîwanekê heye ku bi rêya qanûnî mafê wan bê parastin û mîsoger bibe. Ew ê jî bi rêya Yekîtiya Ragihandina Azad di demê pêş de pêk were."
 
'Me şoreş û êrîşên dijmin bi cîhanê da bihîstin'
 
Mizgînê erkên ku dikevin ser milên rojnamevanên ku heqîqetê dişopînin wiha bi bîr xist:"Heta niha me bi rêya sazî û dezgehên çapemeniyê şoreş û êrîşên dijmin bi cîhanê da bihîstin. Wê demê em dikarin zêdetir jî bikin. Pêwîst e ku her rojnamevanek xwedî li vê axê derkeve û jê şûnde bikaribe di asteke pir mezin de perdeya ser hovîtiya dewleta tirk rabike û kiryarên dewleta tirk ji cîhanê re bide xuyakirin."
 
'Rojnamevanên heqîqet şopandin bûn hedefa dewleta tirk' 
 
Rojnamevan Leyla Ebdê jî derbarê du salên ku rojnamevanên jin şerê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopandin de ev tişt got:"Roleke jinên rojnamevan a girîng di şerê du salên dawî de heye. Jinên rojnameger êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopandin û ji cîhanê re ragihandin. Kiryar û sûcên dewleta tirk kirin belge. Bi rêya pênûs û objektîfên kamereyên xwe hemî sûc girtin û ji raya giştî re ragihandin. Loma hedefgirtina rojnamevanên jin ên wekî Dilovan Gever ne ji rêzê bû. Erdogan bi hinceta qaşo 'herêma ewle' êriş kir û jinên rojnameger kiryarên qirêj ên bi vê riyê hat kirin ji cîhanê re ragihand."
 
'Rojnamevan bûn sedema guhertinan'
 
Leylayê diyar kir ku rojnamevan di gelek aliyan de bûn sedema guhertinan û wiha pê de çû: "Rojnamevanên ku ji nêz ve şer şopandin û sûc belge kirin û di nava civaka rojhilatî de guhertinek di hişmendiyê de çêkirin bûn sedema gelek guhertinên din." 
 
'Me hişmendiya jinên ereb guhert'
 
Rojnamevan Sîbîliya Îbrahîm jî bal kişand ser guhertina hişmendiya jinên Ereb û wiha pêde çû:"Herêmên ku herî zêde bi hişmendiya DAIŞ'ê bi bandor bûne Minbic, Tebqa û Reqa ye. Di van herêman de yekem car jin kamereya xwe radike û di nava kolanan de digere û dibe dengê jin û civakê. Di destpêkê de ev yek nedihate qebûlkirin lê bi rêya bernameyên rojnamevanên jin,  me nêrîna wan roj bi roj dida guhertin. Di van du salên dawî de pir pêşketin di warê hişmendî û fikirandinên wan de çêbûne. Bi rengekî giştî me hişmendî nedaye guhertin lê me gavek avêtiye û di rêya wê de em hewil didin hîn bêtir di nêrîna civakê ya li hember jinê de guhertinekê çêbikin."