Helwesta ENKS'ê ya têkildarî Zimanê Kurdî hat şermezarkirin

  • 11:38 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Bajarê Hesekê têkildarî helwesta ENKS'ê ya derbarê Zimanê Kurdî de bi daxuyaniyekê şermezar kir. 
 
Bi armanca parastina nirx û deskeftiyên şoreşê diyalog û danûstandin di navbera partiyên kurdî tên kirin. Hin alîyên mîna ENKS'ê xwendina bi zimanê dayikê qebûl nekirin. Têkildarî mijarê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê bertekên xwe nîşan dan û ev helwest bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî  li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna endamên sazî û malbatên pakrewanên azadiyê hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Aya Keleş ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
"Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, gelê me ji bo bidestxistina mafê xwe berdêlên giranbuha dane. Di hemû aliyan de destkeftiyên mezin û dîrokî me bi dest xistin. Bê guman ev jî bi saya xwîna şehîdan û qehremaniya keç û xortên me bûn. Yek ji van destkeftiyan  jî xwendina bi zimanê dayikê , zimanê kurdî bû. Deskeftiyên me yên di qada perwerdeya bi zimanê dayikê bi serê xwe şoreşek bû. Bi derfetên biçûk dest pê kir, heta îro gihaye asta zanîngehan. 
 
Naxwazin zimanê dayikê bê dayin
 
Di dema dawiyê de diyalog û danûsitandina di navbera partiyên kurdî de ji bo yekîtiyê çêbûn. Ev hevdîtin bi awayekî berfireh hat çêkirin. Me dixwest em bi hev re parastina destkeftiyên şoreşa xwe bikin, lê mixabin hin aliyên siyasî yên ku berjewendiyên wan bi dijminê Gelê Kurd re heye xwe didin alî. Ew dixwazin bi vê siyaseta xwe berjewendiyên dewleta tirk biparêzin. Di nava şertên wan yên lihevkirinê de derket holê ku ew naxwazin zimanê dayikê li Rojavayê Kurdistanê bê dayin, bibe zimanê perwerdeyê.  Ev şermeke dîrokî ye ku îro mirovê kurd xwesteka rakirina zimanê xwe bike û xeyalên gelê civaka kurd têk bibin.  
 
Em ê nehêlin zimanê me bikeve bazarên firotinê
 
Ji ber ku ziman nasname û hebûna mirov diparêze, her wiha ziman watedariya jiyana bi rûmet e, em weke Malbatên Şehîdan em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Em ê rê nedin vê siyaseta qirêj ku li ser axa şehîdên rûmetê pêk werin. Di vî alî de em xwedî helwestên rast û zelal in û li dijî van hemû pilanên ku ser me tên meşandin em ê li berxwe bidin. Em ê nehêlin zimanê me bikeve bazarên firotinê.  Yan jiyaneke bi rûmet, yan jî mirineke bi rûmet."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.