'Kes nikare vîna Dayikên Şemiyê têk bibe'

  • 09:10 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jina bi navê Nayima Eqîl ku dayika du pakrewanên azadiyê ye, têkildarî Dayikên Şemiyê yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve her bi êrîşan rû bi rû dimînin wiha got:"Dewleta tirk xwedî hişmendiyeke faşîst e ku dayikan binçav dike, mafê wan ê rewa binpê dike û dixe zindanan. Êrîş û girtina Dayikên Şemiyê bê exlaqiya dewleta tirk nîşan dide."
 
Dayikên Şemiyê yên Bakurê Kurdistanê di sala 1995'an de bi armanca çarenûsa zarokên wan ên windayî diyar bibin xwe bi rêxistin kirin. Dayik di her roja şemiyê de li qada Galatasarayê ya Stenbolê kom dibûn û çalakî li dar dixistin. Lê belê bi êrîşên li ser wan çalakiyên wan hatin qedexekirin. Zext û êrişên li ser Dayikên Şemiyê heta niha jî didomin. Jina bi navê Nayima Eqîl ku dayika du pakrewanên azadiyê ye, têkildarî Dayikên Şemiyê axivî. 
 
'Dewleta tirk mafên dayikan binpê dike'
 
Nayimayê di despêkê de kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir û got: "Em weke dayikên şehîdan kiryarên dewleta tirk yên li hember Dayikên Şemiyê şermezar dikin. Dewleta tirk li hember ciwanên kurd yên Bakurê Kurdistanê tevahî cureyên tundiyê bi kar tîne, loma dema ku dayikek bibîne zarokê wê rastî êşkenceyê tê bê guman wê ji bo zarokên xwe têkeve tevgerê. Dewleta tirk xwedî hişmendiyeke faşîst e ku dayikan binçav dike û dixe zindanan û mafê wan ê herî rewa binpê dike. Wan dayikan tu sûc nekirine, tenê kezeba wan ji ber qetilkirin û windabûna zarokên wan şewitiye."
 
'Li dijî hovîtiyê Gelê Kurd divê bibe yek'
 
Nayimayê behsa bûyerke ku li Bakurê Kurdistanê bihîstiye kir û wiha gotina xwe domand: "Dema em ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçberî Bakurê Kurdistanê bûn, dayikekê ji min re hinek bûyer û kiryarên dewleta tirk vegot. Dayikê got 'dema dibû  şev me didît polîsên tirkiyeyê kîsên mezin diavêtin çem, me hertim meraq dikir ka çi di wan kîsan de heye, piştî demekê ew çem zuha bû ku di binê wê de hestiyên mirovan hebû. Me wê çaxê dît ku wan mirov qetil dikirin û ji bo cînayeta xwe veşêrin laş davêtin çem. Ev bûyer bi serê xwe asta hovîtî û qirêjiya dewleta tirk nîşan dide. Li dijî hovîtiyê Gelê Kurd divê bibe yek."
 
'Kes nikare vîna Dayikên Şemiyê têk bibe'
 
Nayimayê di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û van kiryaran bidin rawestandin  û wiha bi dawî kir: "Em weke dayikên Şehîdan ên Kobanê berxwedana Dayikên Şemiyê yên li Bakurê Kurdistanê silav dikin û piştgiriya  xwe ji wan re nîşan didin. Kes nikare vîna Dayikên Şemiyê têk bibe. Em kurdên serdema 21’emîn in û em hêza xwe dispêrin  felsefeya Rêber Apo. Banga min ji civaka navneteweyî re heye ku bi erka xwe rabin û li dijî kiryarên dewleta tirk bisekinin. Êdî bes e ji bêdengiya civaka navneteweyî re, êdî bes e ji kiryarên dewleta tirk re. Bila tu hêzên serdest nefikirin ku ew bi van kiryaran dê bikaribin vîna me bişkînin, ango hêza me lewaz bikin. Em roj bi roj xurtir dibin û hêrsa me ya li hember dijimin zêdetir dibe."