'Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan'

  • 09:08 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Xuşka girtiya nexweş Zeynep Tekîn a ku di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'ya Şirnexê de ye Fatma Tekîn, daxwaza tahliye kirina xwîşka xwe kir û got: "Xuşka min li derve tedawî didît, lê niha di hindir de ye û tedawiyê nabîne. Daxwaza me ew e ku Zeynep û hemû gîrtiyên nexweş bên tahliyekirin."  
 
 Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê binpêkirina mafan roj bi roj zêdetir dibe û girtî ji vê neyînî bi bandor dibin. Bi taybetî jî girtiyên nexweş ên ku di girtîgehan de ne tedawiya wan nayê kirin. Malbatên girtiyan ku ji ber rewşa pandemiyê hevdîtina wan tê astengkirin ji rewşa xizmên xwe yên girtî bi fikar in. Ev rewş bi taybetî bandorê li girtiyên nexweşên dike. Girtiya 47 salî Zeynep Tekîn a ku nexweşa penceşêrê ye, di Girtîgeha Tîpa T'ya Şirnexê de tê girtin jî ji van kesan yek e. Zeynep, di sala 2012'an de bi hinceta  tevlî pîrozbahiya Newrozê bûye hatiye binçavkirin û piştre jî hatiye girtin. Zeynep niha li Girtîgeha  Tîpa T'ya Şirnexê tê girtin gelek nexweşîyên wê hene û nayê dermankirin.  Xuşka Zeynep Tekîn Fatma Tekîn derbarê rewşa xuşka xwe de nirxandin kir.   
 
Fatma diyar kir ku xuşka wê nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne, hevalên wê yên qawîşê pê re dibin alîkar û  anî ziman ku bi pêvajoya pandemiyê re şert û mercên girtîgehê girantir bûne û wiha got: "Ji ber vê nexweşiyê di girtîgehê de pirsgirêk zêde bûne. Em nikarin biçin girtîgehê bi xwîşka xwe re hevdîtinê bikin. Bi tenê mehê carê hevdîtina girtî tê kirin.  Gelek nexweşiyên wê hene. Di malbata me de nexweşiya penceşêrê genetîk e û di malbatê de gelek kes ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest didin. Xuşka min jî bi heman nexweşiyê ye. Beriya ku bê girtin tedawî didît, lê belê ji ber ku niha girtiye tedawiyê nikare bibîne. Rewşa tendirustiya wê nebaşe."
 
 ‘Ji ber pandemiyê rewşa wê girantir bû'
 
Fatma, dirêjiya axaftina xwe de got zarokên Zeynep diçin hevdîtina wê, dibêje gelek êşên wê hene û nikare rûnê. Fatma, wiha domand: "Polîsan zanibû ku Zeynep nexweş e. Beriya ku Zeynep bê girtin  ji motorê ket û hestiyê pişta wê şikest. Li gel vê rewşê jî ew girtin birin. Ew niha nikare di girtîgehê de tedawiyê bibîne. Ji ber pandemiyê rewşa wê girantir bû. Zeynep nikare rabe ser piyên xwe. Hevalên wê yên qawişê alîkariya wê dikin. Dema zarokên wê diçin hevdîtinê dibêje 'nikarim rûnim û êşa min zêde ye'."  
 
‘3 sal, mehek û 15 roj ceza lê hat birîn'
 
Fatma diyar kir polîsan dema bi ser mala wan de girtine Zeynep ji malê birîne û wiha berdewam kir:"Polîsan ji malê xuşka min hildan û birin.  3 sal, mehek û 15 roj ceza lê hat birîn. Ez jî di sala 2015'an de ji heman dozê hatim girtin û nêzî du salan şûnde hatim tehliyekirin."  
 
 ‘Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan'
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de got ji ber şewba vîrûsa koronayê girtî nayên parastin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Girtî bi derfetên xwe ên kêm xwe ji nexweşiya koronayê diparêzin. Rêvebiriya girtîgehê tu malzemeyên paqijiyê nade wan. Ew neçarin bi xwe bistînin. Daxwaza me ew e ku Zeynep demildest were tahliyekirin. Bila li derve tedawiya xwe bibîne. Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan."