Li Bazîdê polîsan bi ser avahiya HDP'ê ve girtin

  • 08:50 24 Cotmeh 2020
  • Rojane
AGIRÎ - Polîsan vê sibehê bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Bazîdê de girtin. Hevserokên Rêxistina Navçeyê Gonul Ozturk û Abdullah Ekelîk hatin binçavkirin. 
 
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê polîsan vê sibehê hemwext bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Bazîdê û malên hevserokan de girtin. Polîsan li mala Hevserokên Rêxistina Navçeyê Gonul Ozturk û Abdullah Ekelîk ve girtin û lêgerîn pêk anîn û dû re wan binçav kirin. Polîsan cadeya avahiya HDP'ê ku li serê ye ji çûnûhatê re girt û lêgerîna li avahiyê didome. 
 
Hat zanîn ku hevserokan bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" û "propaganda rêxistinê kirine" binçav kirine û wan birine Miduriyeta Polîsan a Navçeyê.