4'emîn Konferansa Yekîtiya Rewşenbîran bi hilbijartin û biryarên girîng bi dawî bû

  • 18:43 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi dirûşma "Bi berxwedana ramyarî em ê şoreşa çandê bi ser bixîn" 4'emîn konferansa xwe li dar xistibûn, bi hilbijartin û biryarên girîng bi dawî bû.
 
Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê 4'emîn Konferansa xwe bi dirûşma "Bi berxwedana ramyarî em ê şoreşa çandê bi ser bixîn" li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna 100 delegeyan lidarxistibûn, bi biryarên girîng û hilbijartinan bi dawî bû.
 
Piştî temaşekirina sinevîzyonê, rapora du salan ji aliyê Endamê Desteya Rêveber ya Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêyî ve hate xwendin. Paşê li ser kar û xebatên du salan hate guftogoh kirin.
 
Paşê 7 kes ji bo Meclîsa Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê hatin hilbijartin. 
 
Konferans bi biryarên girîng bi dawî bû.
 
Biryar wiha ne:
 
Avakirina parkek xwendinê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye yê. 
 
Li darxistina kampanya bi dirûşmeya "Bi berxwedanî û fikir em ê şoreşa çandê bi serbixin da ku em bajarên dagirkirî rizgar bikin".
 
Vekirina navendên rewşenbîran li hemû bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê