Li dijî peymana Bexda û Hewlêrê deklarasyonek hevpar

  • 16:07 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kesayet, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên Êzidî yên ji deverên cuda li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser çarenivîsa Şengalê deklerasyonek hevpar belav kirin û gotin: "Mekanîzmeya ewlehiyê û parastinê ya ku wê were avakirin, divê hemû hêzên ku di azadkirina û rizgarkirina Şengalê de ked û tekoşîn dane, bê istisna û bê cudahî têde cih bigrin û bên beşdarkirin."
 
Derbarê peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de kesayet, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên Êzidî deklerasyonek parvekirin û bal kişandin ser rewşa li Şengalê û dîsa daxwazên hevpar ên ji bo siberoja Şengalê û rewşa herêmê.
 
Metna deklerasyona hevpar wiha ye: “Em, kesayet, akademisyen, siyasetmedar û hunermendên Êzidiyan, ji welatên cuda û ji dîtin û rêxistinên cihêreng, yên ku me ev deleresyon imze kiriye, dixwazin nerînên xwe li ser peymana Bexda û Hewlêr, bi raya giştî re parve bikin.
 
Em civakeke aştîxwazin, ji bo çareserkirina nakokî û pirsgirêkan, bi taybet nakokiyên di navbera netew û olan de, li şûna şer û pevçûnan me bawerî bi danûstandin û giftûgoyên aştiyane heye û em pê dilxweş dibin.
 
Di vê çarçoveyê de, bi mercê ku ziyanê nede Êzidiyan û civakên din, her cûre nêzîkbûnên cidî yên di navbera Bexda û Hewlêr de, bi dilxweşî em pêşewazî dikin.
 
Mixabin vê peymanê piraniya civaka Êzidî xemgîn û dilgiran kiriye. Ji ber ev peyman bê beşdarkirin û girtina şêwra wan û piştguhxistina îradeya wan, di navbera Bexda û Hewlêr de hatiye imzekirin.
 
Li Şengalê Êzidiyan bi zor û zehmetiyeke mezin dezgehên xwe û bingeha hêzek xwe parastinê ava kirina. Ev rêveberî û ev hêz weke aliyekî peymanê nehatiye dîtin û tevlî pêvajoya biryargirtinê jî nehatiye kirin.
 
Înkara pêkhateyekî bingehîn ku zortirîn heqaret lê hatî kirin, cefa kişandî û qurbanî dayin xizmeta çareserkirina pirsgirêkan nake.
 
Civaka Êzidî di qonaxên cuda yên dîrokê de rû bi rûyê çendîn qirkirinên nijadî hatiye, li dewsa vê pozbilindî û înkarkirinê, mafê wê heye ku daxwaza rêzlêgirtin û wekheviyê di çarçoveya hevwelatî, hevniştimaniyek rasteqîne da bike.
 
Der encamê komkujî û cînosîda 3'yê Tebaxa 2014’an, li şûna înkarkirina civakî û nijadî, cavaka Êzidî ji komele û miletên derdor û derve çaverêy helwestek cêwaz bûn ku mafê wan ê mirovî, civakî, welatî, siyasî û aborî bi yeksanî bê parastin û naskirin.
 
Pêwîste li Şengalê bê cêwazî mekanîzma ewlehîyê û parastinê were çêkirin, pêwîste rêz li hêz û nerînên pêkhateyên civakê were girtin û ti alî di girtina biriyaran de ji derve nehên hiştin bi taybet ew biriyarên li ser qedera komelgehê tên girtin. Di vê çarçoveyê da mixabin pir metirsî û kêmasîyên vê peymanê hene. Helbet ev rewşa aloz, nazik û bê istikrar, bi cikirina vê peymanê re wê pitir ber bi xerabûnê ve biçe û nakokiyên di navbera pêkhateyên civakê de jî wê bêhtir kûr dibin.
 
Di vê peymanê de pir zelal tê xwuyakirin ku ji nijadkujiya 3'yê Tebaxa 2014’an, tu ders nehatine derxistin. Lewma her pêngavek bê havêtin, yan her hewlek bê dayin ku rewşa kambaxa a herêmê ya berî nijadkujiyê vegerînê, wê bi sernakevê û encam negirê. Lewma em van xalên ku daxwazên bingehîn yên Êzîdiyane, destnîşan dikin û diparêzin;
 
* Bi armancên misogerkirina çareseriyek yeksan, wekhev, mayinde û bingehîn ji bo siberoja Şengalê, divê pêvajoyek nû ya rê li ber danstandinê û lihevhatinê veke, were destpêkirin û di vê çarçovê de pêwîste rola Êzidiyan, weke aktorek girîng û xwedî mafê vetoyê û mîna aliyê sêyem beşdarî vê pêvajoyê were kirin û naveroka peymanê ji nû ve were nivîsandin.
 
* Li dijî qirkirina nijadî, çareserîya ku bibê bersîva herî baş; divê ji bo civaka Êzîdî statûyek li gorî destûra bingehîn a Iraqê bi şêwazekî mayînde, herêmên Şengalê û Nînovayê weke du uniteyên rêveberî wiyalet (xweser) cuda werin misogerkirin.
 
*  Mekanîzmeya ewlehiyê û parastinê ya ku wê were avakirin, divê hemû hêzên ku di azadkirina û rizgarkirina Şengalê de ked û tekoşîn dane, bê istisna û bê cudahî têda cih bigrin û bên beşdarkirin.
 
* Hem ji bo parastina ji sînoran hem jî ji bo misogeriya ewlehiya hundirîn, bi tenê ji bo herêma Şengalê, herî kêm divê 10. hezar kes tevlî vê mekanîzmayê bibe.
 
* Ji aliyê komisyonek hevpar ve, divê kesekî di plansaziya avakirinê de şareza û di xizmetên bajêrvaniyê de xwedî serbor û ezmûn û ji aliyê siyasî ve jî serbixwe, ji bo qaymeqamiyê were hilbijartin.
 
* Ji bo vegera gel a Şengalê organîze û koordîne bike, divê komisyonek hevpar a ji kesên jîr û zana were damezrandin."