'Em ê şopdarên her bizmarekî ku li Sûrê bên xistin bin'

  • 16:06 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Sekreterê TMMOB-ÎKK) Amedê Doğan Hatun diyar kir ku projeya ji nû ve avakirina Sûrê zirarê dide Sûran û wiha got: “Sûrên Amedê bîr û mîrateya me ya hevpar in. Em ê şopdarên her bizmarên ku li Sûran bên xistin bin.”
 
Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirkiyeyê (TMMOB -ÎKK)  a Amedê Derbarê projeya restorasyona sûrên dîrokî yên li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyek da.  Daxuyanî ji aliyê sekreterê İKK’ê Dogan Hatun ve hat xwendin.
 
‘Texrîbata tê kirin bênasnamehiştina Sûrê ye’
 
Doğan Hatun diyar kir ku navçeya Sûrê ji hezaran salan vir ve ji şaristaniyên cur bi cur re malovanî kiriye û wiha got:” Bi texrîbat û qetlîamên li qadên mîrateyên dîrokî û çandî re dixwazin Sûrê bê nasname bihêlin. . Ev helwest a hişmendiya îqtîdarê ye ku dixwaze her qadê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne."
 
‘Divê armanca pêşîn parastina sirûştê be’
 
Doğan diyar kir ku ji sala 2015’an vir ve li Sûrê bi kiryar û biryarên ji zanist û teknîkê dûr projeya talan û hilweşandinê tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên di nava îqtîdarê de cih digirin ji bo ku di vê projeyê de cih bigrin di nav pêşbirkekê de ne. Di sala 2015’an de Sûrê kirin qada şer û vala kirin, dîroka wê tune kirin. Di sala 2018’an de jî Waliyê Amedê di bin navê ‘Baxçeyên Milet’ de rê li ber mudaxeleya li Baxçeyên Hewselê vekir. Ji ber van sedeman biryara ji nû ve lêkirina dîwarên Sûrê me dike gûmanan. Divê armanca pêşîn parastina sirûştê be. Em hemû vî tiştî dizanin ku di vê pêvajoya xebatên ji nû ve çêkirinê de Sûrên  Amedê ew ê bêyî ku bên texrîbkirin neyên restorekirin.”
 
‘Pêdiviya me bi projeyên parastinê heye’
 
Doğan di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî projeyên bi vî rengî da û wiha got: “Pêdiviya me bi projeyên xeyalî yên waliyan tune ye, pêdiviya me bi projeyên ku Sûrê biparêzin û ji pêşerojê re ragihînin heye. Sûrên Amedê bîr û mîrateya me ya hevpar in. Em bang li raya giştî dikin û dibêjin ku em ê şopdarên hemû bizmarên ku li Sûrê werin xistin bin.”