'Îqtîdarê erdheja Wanê jî veguherandiye rantê'

  • 15:28 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN -Têkildarî 9'emîn erdheja Wanê Rêxistina HDP’a Wanê û TMMOB’ê da zanîn ku îqtidarê bi pereyê erdhejê aşên pişaftinê ava kiriye.
 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê bi boneya salvegera 9’emîn a erdheja Wanê ku di 23’yê Cotmeha 2011’an de rû dabû û 644 kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi hezaran avahî hilweşiyabûn, li ber avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç û rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn. 
 
'Bi pereyê erdhejê aşên pişaftinê ava kirin'
 
Hevserokê HDP’a Wanê Okkeş Kava di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku li gel 9 sal bi ser bobelata erdhejê ve derbas bûye jî hêj mexdûriyeta xelkê didome. 
 
Okkeş da zanîn ku hêj gelek kes bêmal in û got: "Îqtîdarê erdheja Wanê jî veguherandiye rantê. Ji ber konutan gelek malbat hatin deyndarkirin. AKP bi ranta erdhejê pere berhev kir. Lê van pereyan li alîgirên xwe belav kir. Bi wan pereyan avahiyên sazî û dezgehên dê zarokên kurdan asîmîle bikin hatin çêkirin. Ji bo malbatên mexdûr tiştek nehat kirin. Lê hikumetê di televîzyonan de propaganda xwe kir û digot alîkarî dane xelkê."
 
TMMOB: Plan û proje hemû li ser rant û karê hatin çêkirin
 
Desteya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirkiyê (TMMOB)  a Wanê jî bi wesîleya salvegera erdhejê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Polîtîkaya pêçandina birînê ya îqtîdarê top avêtiye. Plan û proje hemû li ser rant û karê hatin çêkirin. Lê em bang li hikumetê dikin ku ‘Plana Mudaxileya Karesatê ya Tirkiyê’ di ber çavan de derbas bike. Tişta ku dikeve ser milê me jî ew e ku em ê vê erdhejê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Welatiyên me yên canê xwe ji dest dane carek din bibîr tînin.”