Di qetilkirina Melekê de tiliya Orhan Vatansever heye

  • 15:05 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Îfadeya Mustafa Aslan ê ku li Yenîşehirê xuşka xwe Melek Aslan qetilkir derket holê. Mustafa Aslan, di îfadeya xwe ya li emniyetê daye de diyar dike ku wî bi alîkariya Orhan Vatansever ê tundî li xuşka wî dikir xwe gîhandiye xuşka xwe. 
 
Cenazeyê Melek Aslan a ku li Kolana Hunerê ya Yenîşehira Amedê ji aliyê birayê xwe Mustafa Aslan ve hat qetilkirin piştî li nexweşxaneyê hat otopsîkirin ji aliyê bav û parêzerê wê ve hat girtin û li navçeya Kolikê ya Semsûrê hat definkirin. 
 
Birayê melekê yê gûmanbarê kuştina wê Mustafa Aslan jî piştî lêpirsîna wî ya li emniyetê  sewkî edliyeyê hat kirin û piştî derxistin dadgehê hat girtin .Gûmanbar di îfadeya xwe ya li dozgeriyê ku da bûyer vegot. Gumanbar di îfadeya xwe de, diyar kir ku kesê bi melekê re "hevaltî" kiriye Orhan Vatansever ê li Sakaryayê ji wî û malbata wî re wêneyên Melekê û peyamên ku kes xepandine şandine. Li ser medya civakî ya Kolikê jî wêneyên Melekê, navnîşan û agahiyên di nasnameya wê de parve kirine û her daîm ew tacîz kikriye. 
 
Gumanbar Mustafa Aslan, diyar kir ku wî jî Orhan Vatansever, navnîşana Melekê girtiye û wî ji bo dîtina wê pê re alîkarî kiriye.