'Zarokên Êzidî dikarin civaka xwe biparêzin'

  • 10:58 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
BEXDA - Şandeya jinan a Êzidî li Bexdayê hevdîtinên xwe didomînin û îro bi parlamenterê Iraqî Ahmet Kinanî re hevdîtin pêk anîn. Jinan di hevdîtinê de gotin: "Zarokên Êzidî dikarin civaka xwe biparêzin'
 
Bertek û nêrazîbûnên li hemberî hevpeyman di navbera Bexda û Hewlêrê de hatî îmzekirin didomin. Jinên Êzidî li dijî hevpeymana ku hatî îmzekirin dest bi hevdîtinan kirin. Jinên Êzidî ji bo hevdîtinan du şande ava kirin. Yek li Silêmaniyê hevdîtin pêk anî û ya din jî niha li Bexdayê hevdîtinên xwe bi sazî û partiyên siyasî re didomînin. Şandeya jinan a Êzidî îro bi parlamenterê Iraqê Ahmet Kinanî re hevdîtin pêk anîn. 
 
Şandeya ku ji 15 jinan pêk tê hevdîtinên xwe didomînin û îro du hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina îro de jinan bal kişadin ser biryara ku hatî girtin û gotin: "Biryar li dijî vîna Êzidiyan hatiye girtin û ev tişt nayê qebûlkirin. Beyî Êzidiyan hatiye girtin. Lê divê bê zanîn ku zarokên Êzidî dikarin civaka xwe biparêz in. Ev biryara ku hatî girtin domandina fermana 2014'an ne."
 
Parlementerê Iraqî Ahmet Kinani jî di hevdîtinê de diyar kir ku daxwazên Êzidiyan di cih de ye û got: "Di parastina xwe de mafdar in. Divê daxwazên Êzidiyan pêk bê."