Nasnameya Kesên li Nisêbînê hatin binçavkirin diyar bû

  • 09:27 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ji 6 jinên ku duh di serdegirtinên malan de hatin biçavkirin hat ragihandin ku 3 ji wan 60 salî û yek jî rapora wê ya astengdariyê û gelek nexweşiyên wê yên din hene. Li ser dosyaya kesên hatin binçavkirin biryara nepenîbûnê hat dayîn.
 
Karê jinên ku duh li Nisêbînê hatin binçavkirin û li emniyeta Mêrdînê didome. Hat ragihandin ku piştî dîmenên berî derketina kolanan  a di 14'ê Adara 2016'an de hatine kêşandin hatin kontrolkirin Serdozgeriya Komarê ku dest bi lêkolînê kiribû ji bo wê biryara nepenîbûnê daye. Ji kesên ku hatin binçavkirin 5'ên wan ji heman malbatê û yek ji wan jî koçbera Sûriyeyî ye.