‘Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tecrîda li ser Gelê Kurd e’

  • 09:08 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
AMED - Jinan tecrîda  li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Di şexsê Abdullah Ocalan de Gelê Kurd tê tecrîdkirin.  Abdullah Ocalan tova aştî, yekîtî û wekheviyê avêtiye û em ê vê tecrîdê bişkînin.”
 
Li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 22 sal in tecrîdek heye. Hevdîtina malbat û parêzerên wî bi hincetên cuda tên astengkirin. Jinên Amedê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga aştiyê kirin.
 
‘Serok Apo tova aştî, yekîtî û wekheviyê avêtiye’
 
Muşeher Ulker, di destpêka axaftina xwe de tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kir û got: “Îro serok 22 sal in di nav 4 dîwaran de ye, bi wî re bi mîlyonan kurd jî di nav 4 dîwaran de ne. Bila hemû Gelê Kurd baş zanibe ev tecrîd li ser me hemûyan e. Heta serok azad nebe 40 mîlyon kurd jî azad nîn in. Serok Apo tova aştî, yekîtî û wekheviyê avêtiye lê dewleta hov ji vê fam nekiriye. Dewleta tirk tecrîda li ser serokatiyê 4 caran girantir jî bike em ê tecrîda gemarî bi berxwedanê têk bibin û Rêberê Gelê Kurd azad bikin. Em wek jin û wek dayikên şehîdan destê xwe bidin hevdû em ê vê tecrîdê bişkînin. Dema parêzer ji bo hevdîtina Serok Ocalan serî li dadgehê didin her tim bi hincetek cuda serlêdanê betal dikin. Ev pêşîgirtina serlêdanan tê wateya înkar û îmhaya îradeya Gelê Kurd. Mifteya aştiyê li girava Îmraliyê ye.”
 
‘Bila tecrîd were şikandin’
 
Asiye Şîmşek diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zirar dide hemû gelên Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek mirov ji felsefeya Serok Ocalan parek ji xwe re hildaye. Ez wek jinekê dixwazim tecrîd were şikandin û her kes li ser axa xwe di nava aştî û aramiyê de bijî. Ev tecrîda li ser Rêber Apo heqareta li ser Gelê Kurd e. Ev tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”
 
‘Dewlet ked û hilberîna jinê dixwaze tecrîd bike’
 
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a bajarê Amedê Seval Gulmez, da zanîn ku îro di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Gelê Kurd tê darizandin. Seval wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet bi tecrîda Rêber Apo dixwaze jinan jî bixe bin tecrîdê û jinê ji heqîqeta xwe dûr bixe. Bi tecrîdê re şerê taybet dan destpêkirin. Di vê şerê taybet de hedefa ewil dîsa jinên kurd in. Ji ber ku jin ew kes in ku civakekê azad ava dike û bi kedeke mezin hilberînê dike. Dewlet dixwaze bi tecrîda li hemberî Serok Apo ked û hilberîna jinê tune bike. Gelê Kurd bi salan e di bin tecrîdê de ye û li ber xwe dide. Birêz Ocalan ev 22 sal in di nava tecrîdekê giran de ye. Cîhan li hemberî vê tecrîdê xwe ker û lal dike. Ligel vê tecrîdê Birêz Ocalan bi rê û rêbazên cuda yekitiya gelan diparêze û rêya jin, ciwan û hemû gelan bi fikrên xwe ronî dike. Ez wek jinekê vê tecrîdê şermezar dikim. Jin dê li qadan ji bo têkbirina tecrîdê dengê xwe bilind bikin, li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin. Ew ê jin û gel bi ser kevin.”