Ji bo Fatmaya girtî banga piştevaniyê: Divê bê berdan

  • 09:07 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Malbata Fatma Sevmiş a ku ne baş bû û rakirin nexweşxnayê û piştî wê dîsa şandin girtîgehê bertek nîşan dan û daxwaz kirin ku Fatma bê berdan. 
 
Li Çelê, navenda Colemêrgê û gundê wê di 14'ê Cotmehê de bi ser malan de hatibû girtin û tevî 5 welatiyên astengdar 18 kes hatibûn binçavkrin. 16 kes piştî sewqî edliyeyê bûn şûnde bi şerdê kontrola edlî hatibûn berdan û Fatma Sevmiş a 52 salî û Îsmaîl Onal ê 76 salî hatibûn girtin. Fatmaya ku piştî biryara girtinê ne baş bûbû biribûn nexweşxaneyê. 
 
'Di bin çavan de li me dan'
 
Hevjînê Fatma, Ahmet Sevmiş anî ziman ku roja biserdegirtina malan de polîsan li wan dane û wiha got:"Hevjîna min bi nexweşiya guatirê, tansiyon, fitixa piştê û şekir e. Em tu sûcdariyên li ser xwe qebûl nakin"
 
'Bila Fatma demildest bê berdan'
 
Xizma Fatmayê, Kudret Sevmiş berteka xwe bi van gotinan anî ziman:"Fatma bi neheqî girtin. Bila demildest serbest bê berdan."