Ji tarîtiya DIAŞ'ê ber bi rojnemegeriya azad ve

  • 09:06 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Rojnemevan Ezra El-Seido têkildarî pêvajoya jiyana xwe ya çar salan a di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê û pêkanîna xeyalên xwe yên qada rojnamegeriya azad anî ziman ku xeyalên wê ew bû ku ji zilma DAÎŞ'ê rizgar bibe û di qada rojnamegeriyê de xwe pêş bixe û wiha got: "Ez û malbata xwe di pêvajoyeke herî zehmet re derbas bûn, lê ruxmî wê jî dîsa me zilma DAIŞ'ê ya li ser xwe qebûl nekir û li dijî DAÎŞ'ê me li berxwe da. Ji bo ez xeyalên xwe yên rojnamegeriyê pêk bînim min têkoşîneke mezin kir. "
 
Piştî gelek şer û pevçûnan bajarê Reqayê di 2014'an ji aliyê DAIŞ, Artêşa Azad û Cebhet El- Nusra ve hat dagirkirin û di 6'ê Hezîrana 2017'an de bajar bi temamî ji aliyê hêzên YPJ/ YPG'ê û QSD'e ve hat rizgarkirin, bi rizgarkirina bajar bi sed hezaran kes ji hişmendiya DAIŞ'ê xilas bûn. Ezra El Seido li bajarê Reqayê ji dayik bûye û temênê wê 28 salî ye. Malbata Ezra ji 3 bira û 7 xwîşkan pêk tê. Beriya şer Ezra û malbata xwe li bajarokê Sirînê dijiyan, ji ber karê bavê wê malbata Ezra derbasî Reqayê dibin û jiyana xwe li wir didomînin. Dayika Ezra Mirêş Şêx Elî ji pêkhateyên Ereb e û bavê wê Celal El- Seido ji pêkhateyên Kurd e û bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, ji ber şerê cîhanê yê duyemîn bapîrê Ezra derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û li Kobanê dest bi jiyaneke nû dike. Ezra û malbata xwe çar salan di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de li bajarê Reqayê jiyane. 
 
Piştî malbata Ezra El-Seido ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar dibe li bajarokê Sirînê bi cih dibe. Ezra di 2017'an de beşdarî xebatên çapemeniyê dibe, paşê beşdarî perwerdeyên bîrdozî û teorî dibe. Ezra her tim xeyal dikir ku bibe rojnemevan, di dawiyê de xeyalên Ezra yên rojnemevaniyên pêk hatin. Ezra niha cihê xwe di nava xebatên ajansa JINNEWS'ê beşa Erebî de digire. Ezra hewil dide ku di hemû nûçe, analîz û nirxandinên xwe de kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê ji tevahî cîhanê re raghîne, bi taybet rol û misyona jinan di nava civakê de ji tevahî cîhanê re bide xuyakirin. Rojnamevan Ezra El- Seido serpêhatî û dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê û çîroka xwe ya têkoşîna ji bo rojnamegeriyê rave kir. 
 
'Ji ber şer ez ji xwendinê bê par mam'
 
Ezra, wiha behsa hovîtiya DAIŞ'ê ya çar salan dike: "Di dema Rejîma BAAS'ê de tenê zimanê Erebî di dibistanan de dihat xwendin, ji ber wê min zimanê Kurdî nexwend. Lê di demên betlaneyê de ez dihatim Kobanê li gel mirovên xwe û min xwe hînî zimanê Kurdî dikir, dema ez dizivirîm Reqqayê û cîranên me Ereb bûn min ji ber wê peyvên kurmancî yên ku ez hîn bûbûm jî min zû ji bîr dikir. Piştî Artêşa Azad bajar dagir kir êdî em ji dibistanê qut bûn, min nikaribû xwendina xwe temam bikira. Piştî dagirkirina bajar roj bi roj jiyan zehmet dibû, artêşa azad tu proje ji bo gel pêşkêş nekir tenê ji bo dizî û xirabkirinê derbasî bajar bû. Nêzî 65 grup derbasî bajar bûn wê demê Cebhet El- Nusra û artêşa azad hebû paşê DAIŞ derket holê û hin ji wan rûyê xwe girtîbûn. Rast e navendên DAIŞ'ê di nava bajar de hebûn lê hejmar gelekî kêm bû, wê demê bajar di bin dagirkerî ya artêşa azad û Cebhet El- Nusra de bû. Piştî çend mehan êdî şer di navbera hersê grûban de li Girê Spî dest pê kir. Di nava hefteyekê de DAIŞ bajarê Girê Spî û Reqqayê bi temamî dagir kir û bajar ket nava dorpêçê."
 
'Zagon herî zêde li ser jinan dihatin ferzkirin'
 
Ezrayê, da zanîn ku DAIŞ'ê hemû pîvan û nirxên gel binpê kir û wiha got: "Di  dema artêşa azad de rast e tevlîhevî hebûn û jiyan bi zehmetî derbas dibû, lê dema ku DAIŞ hat wê demê jiyan bi tirs bû ewlehî tune bû. DAIŞ'ê di bin navê ol de gelek ciwan xapandin û zagonên xwe ser gel ferz dikirin. Zagon herî zêde li ser jinan dihatin ferzkirin, li gor wan divê jin cilên reş li xwe bikin û nabe dengê jinan derkeve, di vir de xwestin deng û rengê jin tune bibe. DAIŞ'ê maf dida mêran ku çar caran bizewicin. DAIŞ hema li benda hincetekê bû ku bi jinan re bizewice û herî zêde bi jinên ciwan re dizewicîn, ev yek ji bo xwe helal didîtin û bi darê zorê bi jinan re dizewicîn. Gelek jin ji ber vî hawî bûn qurbanên kiryarên DAÎŞ'ê. Dema ku çeteyek bimra wê demê divê hevalê wî bi hevjîna wî re bizewice, herî zêde jin diçewisîn. Zû bi zû jin nedikaribûn derkeve derve û pêdiviyên xwe yên rojane bi cih bînin. Jinên DAIŞ'ê her tim bi erebeyan di nava kolanan de digeriyan, dema jineke bê cilên reş derketa derve an jin bi tena serê xwe di nav bajar de bigeriya wê demê yekser jinên DAIŞ'ê ew jin digirtin û davêtin erebeyê û ceza lê dibirîn, her roj îşkence li mirovan dihat kirin, carnan şûna cezayên din ê pereyan li wan dihate birîn. Gelek ji wan jinan heta niha jî windayî ne."
 
'DAIŞ'ê tirsek di nav gel de ava kir'
 
Ezrayê, da zanîn ku DAIŞ'ê Reqa kiribû qada kuştin û darvekirinê û wiha dewam kir: "DAIŞ'ê rojane mirov li qada Neim, Delê û Seatê darve dikirin û bi rojan cenaze li wan qadan diman. Ji bo hemû kes bibîne û ji DAIŞ'ê bitirse da ku tu kes li hemberî wan serî hilnedin û ji gel re bibe wane ev hovîtî ji aliyê DAÎŞ'ê ve dihat kirin. Her wiha seriyên ku dihatin jêkirin jî bi rojan di nava bajar de dihatin darvekirin, ji bo ew dîmen her li ber çavên gel be, herî zêde kesên ku sûc nekirine dihatin darvekirin. Dema kesekî sûc bikira û di dadgehê de ceza li wan bihatiba birîn ne mumkun bû ku ji wan xilas bibe, ew kes yan dihat serjêkirin yan jî dihat darvekirin, yekser dikuştin. DAIŞ'ê dibistanên şerîetê vedikirin û bi darê zorê gel di van perwerdeyan re derbas dikirin, çeteyan ceza li pêkhateyên Ermen û Mesîhiyan jî birîn di heman demê de ola îslamî li wan ferz dikirin. DAIŞ'ê li gor xwe ol li ser gel dida meşandin, rast e bi navê ol hatibûn lê ol hatibû berovajîkirin. DAIŞ'ê mizgeft xira kirin, nirxên gel binpê kirin û li gor şerîeta xwe mele bi kar dianîn yên ku li gor wan kar nedikirin dihatin kuştin. Li gor kiryarên ku DAIŞ'ê dikir peyva terorê ji çeteyên DAIŞ'ê re kêm e."
 
'DAÎŞ di nava jiyana gel de bûbû zebanî'
 
Ezrayê, destnîşan kir ku DAIŞ'ê hemû rêbazên hovane didan meşandin û wiha dewam kir: " Çeteyan zarokên 12-13 salî perwerde dikirin û berê wan dida çeperên şer, bi wan didan iqnakirin ku wê biçin bihuştê. Nimêj bê destmêj dihat kirin, DAIŞ bi navê îslamê tev digeriye lê kiryarên wan dûrî îslamê bûn, bi hinceta ku bi PKK'ê re kar dike ew kes dihat girtin û malên wan desteser dikirin. DAIŞ'ê li ser hesabê xwîna gel hêza xwe mezin dikir, rojane rêjeya miriyan zêde dibû, kiryarên ku DAIŞ'ê li Reqqayê dikirin tu zagon û ol wê napejirîne. Gelê Reqqayê di demeke zor û zehmet re derbas bûn, jiyan li pêşiya çavên me reş bûbû, heta gihîştibû astekê ku kes ji malê dernekeve û yê derketibûna jî wer dihizirîn ku wê sax venegerin malê. DAIŞ'ê jinên Êzidî li sukên Reqqayê difirotin. Gelek caran me hewil da em ji Reqqayê derkevin ji ber DAIŞ ferman da ku yek ji Kurdan li Reqqayê nemîne. DAIŞ hemû aliyên bajar mayîn kiribûn, bi darê zorê mala apê min û lawê wî ji wan girtin, carekê çete hatin mala me û gotin hûn ne musilman in hûn PKK'yî ne û hewil dan dest dayinin ser mala me, lê dayika min ji wan re got ez nahêlim hûn mala min bibin."
 
'Me zilma DAIŞ'ê ya li ser xwe qebûl nekir'
 
Ezra, balkişand ser hewildanên wan ên reva ji DAIŞ'ê û wiha bi dawî kir: "Her hewildanên me hebûn ku em xwe ji DAIŞ'ê xilas bikin û ber bi cihekî bi ewle ve biçin. Birayê min ji ber zilma DAIŞ'ê, ji bajar derket û hat Kobanê paşê derbasî Bakurê Kurdistanê bû, li wir dest bi kar kir. Rojekê hevalên wî di nava xwe de plan çêkirin birayê min kuştin û pereyê wê jî dizîn. Me gelek caran xwest em werin şîna birayê xwe, lê DAIŞ'ê nehişt û got hûn ê biçin bajarê kafiran. Carekê me hewil da em birevin lê DAIŞ'ê nehişt, got pêwîst e hûn di perwerdeya şerîetê re derbas bibin. Piştî hewildana 7 mehan a ji reva DAIŞ'ê em gihiştin mezreya Ensar a li aliyê Tepqayê dikeve, li wî cihî jî DAIŞ hebûn lê hejmareke kêm bû. Em nêzî 10 rojan li wir man lê me her tim xwe vedişart, wê demê hemleya rizgarkirina gundewarên Reqqayê dest pê kiribû. Em hatibûn rizgarkirin lê me nedizanibû, dema ku me bihîst em rizgar bûne me cilên reş avêtin, rastî ji bo min mucîze bû ku em rizgar bûne. Me di wê kêliyê de xwe azad hîs kir û ew rojên tarî derbas bûn. Şervanên YPJ/YPG'ê alîkariya me kirin em gihîştin navçeya Eyn Îsayê du rojan em li wir man, paşê em gihîştin bajarokê Sirînê."
 
'Çapemenî ji bo min xeyalê herî mezin bû' 
 
Ezrayê, wiha behsa xebatên xwe yên çapemeniyê kir: "Piştî 5-6 mehan min xwest ez dest bi kar bikim, saziyên jinan bi min re bûn alîkar û ez beşdarî karê çapemeniyê bûm. Dema ez biçûk bûm wê demê min hinek amûrên ku dişibiyan miqrafonan bi kar dianî û teqlîda rojnemevanan dikir. Di dema rejîmê de ji bo tu biba rojnemevan pêwîst e tu ji partiya BAAS'ê bûya. Piştî rizgarbûna me a ji dagirikeriya DAIŞ'ê bi keda jinên li gel xwe û bi têkoşîna xwe min di nava xebatên rojnemevaniyê de xwe perwede kir û ez îro xeyalên xwe yên bi salan pêk tînim. Her min hewil dida ku ez wan rojên tarî ji bîr bikim û xwe di kar de pêş bixim, ji bo ez dengê hemû jinan derxim holê û bibim dengê hemû jinan. Bi taybet min xwest ez bibim dengê jinên ku zor û zehmetî di nava çeteyên DAIŞ'ê de kişandine. DAIŞ'ê bi kiryarên xwe dixwest tirsekê di nava gel de çêbike, rast e bi hezaran kes gihîştin asta şehadetê lê di dawiyê de şervanan bi hêza xwe li cîhanê deng veda DAIŞ  li Bahozê têk birin."
 
'Hemû plan bi destên dewleta tirk tên kirin'
 
Ezrayê, da zanîn ku dewleta tirk planan amede dike û DAIŞ jî pêk tîne û wiha dewam kir:"Di bingehê de ev hemû plan ên dewleta tirk in. Dewleta tirk di şerê Girê Spî de alîkariya çeteyan dikir, planên wan bi ser neketin. Di hemû êrîşan de dewleta tirk serkêşiyê dike. Dewleta tirk rê li pêşiya çeteyan vedikir û çete di sînor re derbasî Kobanê, Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê dikirin, hin herêm dagir kirin. DAIŞ'ê li Tirkiyeyê perwerde didîtin û derbasî Rojavayê Kurdistanê dibûn. Ji bo, hişmendiya Osmaniyan li wir belav bikin dagir dikin. Piştî me ewqas serkeftin bi dest xistin û Rêveberiya Xweser hat damezrandin û hemû pêkhateyan cih di nava vê pergalê de girtin. Her wiha projeya netewa demokratîk ne li gor dilê dewleta tirk e loma projeyên demokratîk red dike û siyaseta wê napejirîne, ji ber ev proje li dijî siyaseta dewleta tirk e, bi taybet jinan cihê xwe di nava vê projeyê de girt. Dema dewleta tirk dît ku ev herêm bi ser ket û bû cihê ewlehiyê êdî dewleta tirk cardin bi rêya gefan êrîşî van herêmên bi ewle kir. Çeteyan bi serkêşiya dewleta tirk êrişî Girî Spî û Serêkaniyê kirin."
 
'Heman siyaset li Girê Spî û Serêkaniyê tê meşandin'
 
Ezrayê, teqez kir û got piştî DAIŞ di hemû waran de têk çû êdî dewleta tirk dixwaze ji nû ve DAIŞ'ê zindî bike, lê bi navên dîtir bi hişmendiya DAIŞ'ê û wiha pê de çû: "Kiryarên ku dewleta tirk û çeteyên wê li Efrîn, Cerablûs, Ezaz û El-Bab'ê dide meşandin îro li Girê Spî û Serêkaniyê jî tên kirin. Cardin ew rojên tarî vegerandin û cilên reş li jinan kirin. Kuştin, revandin, tecawizkirin, dizî her roj dibe mijara rojevê û demografiya herêmê tê guhertin. Xwendevan ji xwendinê bê par man, rojane gelê herêmê di nava kiryarên bê exlaqî de ne. Li herêmên dagirkirî zimanê tirkî di dibistanan de tê ferzkirin, dewleta tirk û hevkarên wî laşê zarokan didin firotin. Herî zêde jin û zarok rastî tundiyê tên, di dema şerê Girê Spî de siyasetmedar Hevrîn Xelef hedef hat girtin, her wiha komkujiya gundê Helincê jî bi destê dewleta tirk hate kirin, di encamê de sê jinên pêşeng hedef hatin girtin, ev dide diyarkirin ku dewleta tirk bi kîn êrîşî jinan dike. Dewleta tirk her tim ji bo xirabkirinê êrîşî herêmên me dike, kiryarên hov yên ku li tu deveran nehatiye kirin dewleta tirk û çeteyên wê dikin."
 
'Min bi çavên xwe êrişên Girê Spî dîtin'
 
Ezrayê, herî dawî bal kişand ser êrişên Girê Spî û wiha bi dawî kir: "Ez bûm şahidê şerê Girê Spî, di 9'ê Cotmeha 2019'an de balafirên dewleta tirk li ser ezmanê Girê Spî digeriyan, paşê saet derdora 4'an şer li Girê Spî dest pê kir. 24 saetan êrişên hewayî û bejahî li ser Girê Spî dihat kirin û bi taybet li ser sivîlan. Ji ber êrişan sivîlan nedikaribûn ji malên xwe derkevin heta êrişî nexweşxaneyan jî kirin. Tucarî hesabê sivîlan nekir ku wê ev sivîl çawa bibin, lê hêzên YPJ/YPG'ê û QSD'e alîkariya sivîlan kirin û li herêmên bi ewle bi cih kirin. Şervanan li hemberî wan şer kirin, piştî ewqas berxwedan û têkoşîn, çeteyan bi serkêşiya Erdogan Girê Spî dagir kirin, heta niha jî êrîş li ser navçeya Eyn Îsayê hene. Em ê her tim bi hêzên xwe re bin tucarî em baweriya xwe bi hêzên kaolisiyonê naynin ji ber yên vî gelî diparêzin hêza QSD'ê ye û wê ev hêz bi ser bikeve. Hêzên kaolisiyonê li gor berjewendiyên xwe tev digerin, destpêkê Amerîka li van herêman xwe bi cih kiribû piştî dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê êdî Rûs hatin xwe li van herêman bi cih kirin. Qaşo van hêzan sînor diparastin lê bi destê wan herêmên me hatin dagirkirin. Pêwîst e cezeyên giran li dewleta tirk bê birîn û dewleta tirk xwe ji herêmên dagirkirî paşde vekşîne û gelê herêmê li warê xwe vegerin."