'Bi naskirina fikrê Abdullah Ocalan min dest bi xebatê kir'

  • 09:05 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jina bi navê Zînet Hesen bal kişand ser fikir û felsefeya jiyanê ya Rêbere PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Rêber Apo ronahî û şewqa azadiyê da jiyana me. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me wateya jiyanê hîs kir. Em her deyindarî Rêberê xwe ne."
 
Jina bi navê Zînet Hesen a 54 salî ya ji navenda bajarê Efrînê ye têkildarî fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kir ku wê pir dixwest fikir û felsefeya Abdullah Ocalan nas bike û wiha got:"Bi saya naskirina fikrê Abdullah Ocalan min di 18 saliya xwe de dest bi xebatên di qada jinê de kir."
 
'Bi naskirina fikrê Abdullah Ocalan min dest bi xebatê kir'
 
Zînetê di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser naskirina fikir û ramanên Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Bi belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo re, her malbetek xwedî li fikira azad a Rêber Apo derket. Malbata min jî yek ji wan malbatan bû. Ev 26 sal in ku çiruska fikir û ramanên Rêber Apo di nava malbata min de belav bûye û li ser wê esasê kar û xebat didan meşandin. Dema ku qala Rêber Apo dikirin ez gelek bi heyecan û kêfxweş dibûm û xwesteka min a naskirina fikrê wî zêdetir dibû. Dema ku navê Rêber Apo dihate gotin pir cuda bû ku dilê me dilerizî. Bi qasî ku ez bûm evîndarê naskirina fikrê Rêber Apo min di 18 saliya xwe de dest bi xebata jinê kir û heta vê kêliyê jî didomînim." 
 
'Em her deyindarî Rêberê xwe ne'
 
Zînetê di dewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wê her deyindarî Abdullah Ocalan bin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Gelê Kurd her ji aliyê hêzên desthiladar ve hatiye xwestin bê tunekirin  û bi taybet jin bi koledariya civakê re rû bi rû maye. Bi naskirina Rêber Apo re tilîliyên serhildanê bilind kirin. Rast e bi awayekî veşartî me fikrê Rêber Apo nas dikir, lê em gelek kêfxweş dibûn. Rêber Apo ronahî û şewqa azadiyê da. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me wateya jiyanê hîs kir. Em her deyindarî Rêberê xwe ne."
 
'Gelên Sûriyeyê felsefeya Abdullah Ocalan kirin bingeh'
 
Zînetê di nava axaftina xwe de diyar kir ku sebra wan bê Abdullah Ocalan nayê û wiha got: "Dema ku Rêjîma Sûriyeyê dît ku gelên li Sûriyeyê dijîn felsefeya Rêber Apo ji xwe re weke bingeh pejirandine, Rêber Apo bi komployek navneteweyî ji xaka Sûriyeyê derxistin. Bi derketina Rêber Apo ya ji xaka Sûriyeyê re jiyana me bê wate ma û sebra me bê Rêber Apo nehat. Ev 22 sal in Rêber Apo girtî ye."
 
'Bi îradeya jinê wê azadiya Abdullah Ocalan mîsoger bibe'
 
Zînetê armanc û xwesteka xwe anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêber Apo xwedî li jinê derket û mafê wê ya jiyanî parast. Em ê jî xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Xwesteka me jî ew e ku Rêber Apo ji zindanê azad bibe. Em ê bi tekoşîn, berxwedan û îradeya xwe Rêber Apo azad bikin. Xebata me jî wê tu carî ranaweste  ji ber li ser ramana Rêber Apo tê meşandin. Jina azad wê azadiya Rêber Apo mîsoger bike."