'Şer û alozî debara jiyanê zehmet dike'

  • 09:01 23 Cotmeh 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Jinên ji Kobanê bal kişandin ser êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi vê yekê girêdayî bihabûna pêdiviyên jiyanî. Jinan diyar kirin ku şer û alozî dibe sedem ku debara jiyanê zehmet bibe û wiha gotin:"Bi bihabûna tiştan re gel zehmetiyan dikşîne, pêwîste tişt erzan bibin da ku gel pêdiviyên xwe pêk bînin. Em dixwazin şer û alozî bi dawî bibe da ku debara jiyanê zehmetir nebe."
 
Di dawiya 2011'an de li Sûriyeyê şer û pevçûn dest pê kir. Heta roja îro ji ber êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer, talan, kuştin, revandin didomin. Her wiha dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî herêmên bi ewle kirin, ji ber van êrişan jî her çar aliyên bajar ketin nava dorpêçê, gel di gelek aliyan de zehmetiyan dikşîne. Herî dawî jî di 17'ê Hezêrana 2019'an de Emerîka Zagona Qeyser li ser Rejîma Sûriyeyê hat ferzkirin, li beramberî vê yekê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî para xwe ji vê Zagona Qeyser girtin û bandoreke mezin li ser gelê herêmê kir. Li beramberî lîraya Sûrîyeyê nirxên dolar rojane bilind dibe. Di vê çarçoveyê de jinên ji bajarê Kobanê nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Zivistan zehmet e divê tedbîr bên girtin'
 
Jina bi navê Emîne Remo diyar kir ku wan amadekariyên xwe yên zivistanê kirine û wiha pê de çû: "Di destpêka payîzê de me dest bi amadekariyên zivistanê kirin, her tişt biha bûn, lê em mecbûr in amadekariyên xwe bikin. Li rex wê niha dibistan vebûne pêwîstiya xwendekaran bi gelek amûrên dibistanê heye ku biçin dibistanê, ev tişt jî gelekî biha ne, divê tişt bên erzankirin da ku gel bijî. Em niha ketine werza Zivistanê pêdiviya gel bi kirîna çakêtan heye. Li bajarê Kobanê jî hin malbatên feqîr hene rewşa wan ya madî ne baş e, ji ber van tiştên biha wê rewşa wan a zivistanê çawa bibe gelo û wê kes alîkariya van malbatan bike? Divê ev rewş ji ber çavan bê derbaskirin. Rast e hin bazirgan jî firotina cilan li gor berjewendiyên xwe bi kar tînin. Piştî ku bajar di 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat wêrankirin, hin ji şêniyên Kobanê bê mal û kar man. Sala par me amadekariyên zivistanê kirin. Me salçeya firingiya, îsot û di heman demê de me mekdus çêkir. Sala par kîloya gûzan bi 5 hezarî bû, lê îsal me kîlo bi 18 hezarî kirî. Dema ku tişt biha dibe wê demê her kes nikare bikire û pêdiviyên xwe temam bike. Tenê di demên belavkirina mazotê de em zehmetiyan nakşînin ji ber komîn bi gel dibe alîkar û mal bi mal belav dike."
 
'Şer û alozî debara jiyanê zehmet dike'
 
Her wiha jina bi navê Nesrîn Elî jî li ser buhabûnê ev tişt go: "Dema em derbasî nava Sûka Tilelê dibin çavên me li buhaya cilan dikeve em paşve vedigerin. Cilên balê û yê nû buhayên wan nêzî hev in, dema cilên nû biha dibûn gel berê xwe didan cilên balê ji ber her kes nikare cilên nû bikirin. Di heman demê de şer, dorpêç û Zagona Qeyser jî bandora xwe li ser van tiştan kir, lewra roj bi roj buhabûna tiştan bilind dibe. Şer û alozî debara jiyanê zehmet dike. Dema em derbasî sûkê dibin û em cilan dikirin yekser bazirgan dibêjin ev parçe bi evqas dolar e. Dolar li gel hemû kesan tune ye ji ber em bi lîreyê Sûrî kirîn û firotinê dikin. Dema ku Zagona Qeyser li ser Şamê hat ferzkirin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî para xwe jê girt û bandoreke mezin li herêmên me kir. Ji ber vê jî em nikarin gelek tiştan bikirin, dema ku em sed lîreyê Sûrî dibin dikanê wê demê tiştek pê nayê. Dema ku hêzên Emerîka û yên desthilatdar ketin nava bajarên me wê demê heya roja îro roj bi roj lîreyê Sûrî li hemberî dolar dadikeve. Kesên ku zirarê dibînin û zehmetiyan dikşînin gel e. Her wiha dema ku zivistan tê di milê çûyin û hatina li ser rêyan zehmet e. Bi taybet dema ku baran dibare û zarok diçin dibistanê. Gelek caran zarokên me ji ber riyan nikarin biçin dibistanên xwe û di hin kolanan de av bi rojan dimîne, ji ber vê avê erebe jî xirab dibin."