Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 38'an de ye

  • 16:22 22 Cotmeh 2020
  • Rojane
WAN - Greva birçîbûn ya girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ku li dijî binpêkirina mafan dane destpêkirin di roja 38'an de berdewam dike. TUHAY-DER'ê careke din bang kir ku daxwazên girtiyan bên bichanîn. 
 
Greva birçîbûnê ya girtiyên Li Gîtîgeha Tîpa F ya Wanê li dijî binpêkirinên mafan dan destpêkirin a bê dem û dorveger di roja 38'an de ye. Ji bo daxwazên girtiyan bên bicihanîn Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran re (TUHAY-DER) li avahiya komeleyê civîn li dar xist. Di daxuyaniya ji aliyê Hevserokê TUHAY-DER'ê Kinyas Başak ve hat dayîn de hat diyarkirin ku îqtîdar ji bo dengê muxalîfan kêm bike polîtîkayên xwe yên tundiyê herî zêde li ser girtiyan dide meşandin.
 
'Binpêkirina mafan zêde bû'
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin rewşa girtîgehan û daxuyanî wiha hat berdewamkirin, "Wekî ku tijîbûna girtîgehan, bêderfetiyên paqijîyê û xizanî ne bes be, girtî bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû hatine hiştin. Girtiyên ku hevdîtina wan a bi malbatan re jî hatiye astengkirin, tundiya li ser wan her ku diçe zêde dibe. Li cihê ku binpêkirina mafan hebe lêgerîna maf jî heye. Ji ber vê girtî gelek çalakiyên cûr bi cûr li dar dixin û li dijî vê binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe."
 
Di dawiya daxuyaniyê de banga hestiyeriyê hat kirin û het xwestin ku daxwazên girtiyan bên bicihanîn.