Ji bo hevdîtina Îmraliyê parêzeran serlêdan kirin

  • 12:07 22 Cotmeh 2020
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   
 
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind girtî ye Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
 
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di sala 2019’an de di meha gulan, hezîran û tebaxê de li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn. Herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn. 
 
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê herî dawî di îlona îsal de bi hinceta “Nexşerê” ya Abdullah Ocalan ji bo dema 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kiribû