Şandeya jinên Êzidî li Bexdayê hevdîtinên xwe didomînin

  • 10:37 22 Cotmeh 2020
  • Rojane
ŞENGAL - Şandeya Jinên a Êzidî li Bexdayê dest bi rêzehevdîtinan kir. Di serî de bi parlamenterên Bexdayê re hevdîtin pêk anîn û di hevdîtinê de nêrazîbûna xwe li hemberî hevpeymanê nîşandan. 
 
Nerazîbûnên li hemberî hevpeymana di nav bera hikûmetên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de bi her awayî didomîn. Di serî de jin û hemû sazî dezgehên Êzidî li dijî biryarê ketin nava hewldanan. Şandeya ku ji hêla jinên Êzidî ve hatî amade kirin piştî serlêdanên xwe li Silêmaniyê, niha jî li Bexdayê dest bi rêzehevdîtinan kirin. Şandeya jinan li Bexdayê ji hêla 4 parlamenteran ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Şandeya jinan di hevdîtinê de diyar kirin ku 6 sal in li Şengalê rêveberiyek heye û gotin: "Rêveberiyek me heye û em naxwazin bêyî vîna me ji bo Şengalê biryar bên girtin. Ev tişt nayê qebûlkirin û heke biryarek bê girtin divê Êzidî vê biryarê bidin." 
 
Parlementeren ku şande peşwazî kirin jî wiha axifin: "Berxwedana Şengale bi pêşengiya jinan bûye sembol. Jinên Êzidî ji dîrokê heta roja îro bi berxwedaniya xwe civaka xwe parastiye."
 
Şandeye jinên Ezidî ya ku ji 15 kesan pêk tê li Bexdayê hevdîtinên xwe didomînin.