Mexdûrên erdhejê dixwazin dengê xwe bidin bihîstin

  • 09:11 22 Cotmeh 2020
  • Rojane
Hikmet Tunç
 
WAN - Ji ser erdheja Wanê ya mezin 9 sal derbas bûn. Lê belê şêniyên Wanê yên di konteyniran de dijîn hîn jî tên mexdûrkirin. Şêniyên di konteynirên bê av û ceyran de dimînin dixwazin dengê wan bên bihîstin. 
 
9 sal ji ser erdheja di 23'yê Cotmeha 2011'an de bi pileya 7.1 li Wanê pêk hat, derbas bûn. Li gor hejmarên fermî 604 kesî jiyana xwe ji dest dan, 4 hezar û 152 kes jî birîndar bûn. Gelek avahî hilweşiyan, xizar dîtin. Piştî erdhejê li Wanê koçberiyeke mezin dest pê kir. 
 
Gel di konan de jiya
 
Gelek kes ji bo demeke dirêj di konan de jiyan. Welatiyên ku di serma û seqema Serhedê de mecbûr man di konan de bimînin ji bo germ bibin sobe dadan. Loma 12 kes jî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hukumetê erdhej ji xwe re veguhert fersendê
 
Gelek pêdiviyên welatiyên di konan de bi cih bûn nahet bicihanîn. Piştre welatî li TOKÎ'yan hatin bicihkirin. Ev malan bi dehn dan welatiyan. Hukumetê  erdhej ji xwe re veguhert fersendê û welatî di bin deynd hişt. Binesazî û alavên avahiyên TOKÎ'yê ji ber ku ne zexm bûn loma bûn sedema pirsgirêkan. 
 
Tevî 9 sal ji ser erdhejê derbas bûye welatiyên di konteyniran de ji ber dereke pê de biçin tune ye hîn di konteyniran de dijîn. 
 
'Ez dixwazim êdî wekî mirovan bijîm'
 
Hizret Duran a ku di konteynirê de dijî da zanîn ku berî erdhejê em di kirê de bû piştî erhejê demeke dirêj di kon de maye û piştre di konteynirê de maye û wiha got:"Ji ber şerdên zor ez bi gelek nexweşiyan ketim. Hevserê min nexweşiya wî giran e ez jî bi nexweşiya şekir im. Tansiyonê min jî heye û lingên min diwerimin. Ez dixwazim êdî wekî mirovan bijîm. Tenê xwesteka min ew e ku maleke min çêbibe."
 
'Ji bo em serê xwe bişon em diçin gel xizmên xwe'
 
Li konteyniran pirsgirêka ceyran û avê rû dide û Adilşah Demirhan jî diyar kir ku ji ber van pirsgirêkan ew di nava rewşeke zehmet de ne û wiha got:"Gelek malbat ji bo paqijiyê diçin gel xizmên xwe. Ez jî bi nexweşiya guatirê me. Ez ji bo serê xwe bişom diçim gel xizmên xwe. Hela werin li konteyniyara ez tê dimînim binêrin bê hûn dikarin saetekê jî tê de bijîn? Ev neh sal in em li vir in. Bila êdî dengê me bê bihîstin."
 
'Zivistanê jî havînê jî em mexdûr dibin'
 
Ayşe Akdemîr jî bal kişand ser zehmetiyên hem havîn hem jî zivistanê û wiha got:"Em du kes li vir dijîn. Zivistana di konteyniran de derdek e ya havînê derdek e. Em her sal 7-8 mehî bê ceyran derbas dikin. Em bi meterayan avê didin ber tavê û bi wê avê serê xwe û kincên xwe dişon. Di hinek konteynirên din de 7-8 kes dimînin. Zarokên ku diçin dibistanê de jî mexdûr dibin."