'Em hemû koçberan hembêz dikin'

  • 09:06 22 Cotmeh 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Hevseroka kampa koçberên Girê Spî ya navçeya Til Semenê, Narin Ebdurehman rewşa kampê nirxand. Narînê da zanîn ku ew ji bo alîkariya koçberan xebatên xwe dewam dikin û wiha got: "Em hewil didin rewşa kampê bi awayekî baş bi rê ve bibin û berfireh bikin, ji ber zivistan tê divê em amadekarî û tedbîrên kampê bigirin."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşî kantona Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Di encama van êrîşan de bi sed hezaran kes bi darê zorê ji ser axa xwe koçber bûn, mal û milkên wan talan û wêran bûn. Gelek ji van malbatan zarokên wan birîndar bûn û hin ji wan jiyana xwe ji dest dan û ji xwendinê bê par man. Di 22'yê Mijdara 2019'an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampek bi navê koçberên Girê Spî ava kir. Ji ber hatina demsala zivistanê û kamp tije bûye, li rex kampa koçberên Girê Spî kampeke nû tê avakirin. Ev kamp jî girêdayî kampa Til Semenê ye. Tê payîn ku kampa nû ya koçberên Girê Spî di demeke nêz de bê vekirin. Di kampa nû de wê 450 kon bên vedan û konên kevin jî heta niha  digihêje 760'î. Têkildarî rewşa kampê Hevseroka kampa koçberên Girê Spî ya navçeya Til Semenê Narin Ebdurehman axivî.
 
'Em hemû koçberan hembêz dikin'
 
Narînê destnîşan kir ku di destpêka avakirina kampê de her kesî berê xwe didan navçeya Til Semenê û wiha got: "Dema dewleta tirk û komên çeteyên girêdayî wê êrişî ser Girê Spî û gundewarên wê kirin yekser gel dihat hedefgirtin, ji ber vê gel bi darê zorê ji malên xwe koçber bûn û berê xwe dane cihên bi ewle. Piştî ku Girê Spî bi temamî ji aliyê dewleta tirk û çeteyan ve hat dagirkirin vê carê çeteyan dest bi dizî, kuştin, talankirin û revandinê kirin. Çeteyên dewleta tirk rojane tank û topên xwe davêjin navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê. Ji ber ku rojane koçber zêde dibin pêwîstî hat dîtin ku kampek bê avakirin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampek bi navê koçberên Girê Spî ava kiribû, salek ser dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê re derbas dibe. Ji ber pêşiya me zivistan e me pêwîstî dît ku em kampê berfireh bikin da ku her kes tê de bi cih bibe."
 
'Li gor derfetên heyî em bi gel re dibin alîkar'
 
Narînê bal kişand ser xebatên wan ên kampê û wiha pê de çû: "Çawa Vîrusa Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, me wek kampa koçberên Girê Spî yekser dest bi tedbîran kirin, ji ber van tedbîran heya niha tu kes di hundir kampê de bi Vîrusa Koronayê neketin û em ê hewil bidin tu kes pê nekeve. Her mehekê carê tiştên hişk û yên paqijiyê ji bo koçberan re tên dayîn. Rast e niha rêxistinên derve alîkariyê dikin lê ne zêde. Ya herî zêde bi me re dibin alîkar Rêveberiya Xweser e. Di hundir kampê de Komîteya Lihevkirinê, Mala Jinê, Tenduristî, Ciwan û Erşîf heye. Beriya hefteyekê sobe, mazot, qaz, betenî û cil li koçberan hatin belavkirin. Ji bo zarokan jî dibistan bi zimanê kurdî û erebî hatine vekirin. Her wiha baxçeyê zarokan, xwaringeh, dikana zebze û berber hatine vekirin. Ji ber navçeya Eyn Îsa dûrî kampê ye û rêya kampê jî dirêj û zehmet e, me her tişt di hundir kampê de ava kiriye. Demekê perwerdeya fêrbûna ziman ji dayik û jinan re hatibû vekirin. Ji ber rewşa Vîrusa Koronayê me perwerde sekinand, lê daxwazên jinan ji bo fêrbûna zimanê dayikê heye. Wek me li jor jî da xuyakirin ku em hewil didin pêdiviyên koçberan temam bikin, lê ruxmî wê jî gelek tiştên kêm derdikevin holê. Divê Saziyên Mafê Mirovan hin bêhtir alîkariya van koçberan bikin, ji ber çiqas alîkar ji bo koçberan bê dayîn jî kêm e."