'Bi rêya semîneran jin tên hişyarkirin'

  • 09:05 22 Cotmeh 2020
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Kantona Kobanê Reşan Mehmud têkildarî semînerên ku ji jinan re li dar dixin wiha got: "Armanca semînerên ku em ji jinan re li dar dixin ew e ku jin di warê nexweşiya pençeşêrê de agahdar bibin û bikaribin di qada tenduristiyê de xwe biparêzin."
 
Meclîsa Jinên Sûriyeyê di 8'ê Îlona 2017'an de li Kantona Kobanê hat damezrandin. Ev meclîs li Tebqa, Reqa, Minbic, Heleb, Eyn Îsa, Dêrezor, Lateqiya û li gelek deverên din hatine avakirin. Yekemîn armanca Meclîsa Jinên Sûriyeyê  hişyarkirin û xurtkirina fikrê jinê ya di hemû qadên jiyanê de ye. Meclîsa Jinên Sûriyeyê  her di nava tevgerê de ne ku jinan pêş bixin û tevlî xebatê bikin, da ku jin ji hişmendiya baviksalarî rizgar bibe. Li gor cîhanê meha cotmehê meha nexweşiya penceşêrê ye, di derbarê nexweşiya pençeşêrê de Meclîsa Jinên Sûriyeyê  dest bi semîneran a li navçe, belde û bajarokan kirine. Semîner li ser nexweşiya pençeşêr, tundî, parastin û xwekuştinê ye. Di demên pêşiyê de jî wê panel di derbarê penceşêrê de li navenda Kobanê bê lidarxistin. Têkildarî vê mijarê Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê  ya Kantona Kobanê Reşan Mehmud ji ajansa me re axivî.
 
'Bi rêya semîneran jin tên hişyarkirin'
 
Reşanê da zanîn ku Meclîsa Jinên Sûriyeyê hemû jinan di nava xwe de hembêz dike û wiha got:"Em wek Meclîsa Jinên Sûriyeyê piraniya demên xwe ji jinan re vediqetînin. Karê me yê bingehîn dayina semînerên hişyarkirinê ye, wek nexweşiya pênceşêr ku çawa mirov xwe jê biparêze, rê û rêbazên wê yên çareseriyê çi ne û mirov çawa bizanibe ku penceşêr  bi wan re heye an tune ye. Dema ku bizanibin an bikevin nava gumanan divê yekser serî li bijîşkan bidin. Di vê dema dawiyê de li Kobanê tundî, kuştin û xwekuştin zêde bûne, li hemberî vê yekê me hewil da ku em xwe bigihînin hemû jinan bi rêya semîneran re jinan hişyar bikin ku kuştin û xwekuştin ne çareserî ye, rê û rêbazên ku mirov xwe jê xilas bike gelek in. Destpêkê dema ku semîner tên lidarxistin jin tevlî nabin, lê dema ku semîner tên dayîn û şirove tên kirin, vê carê jin bi xwe dixwazin ku semînerên bi vî şêwayî bi taybet herêmên Ereban bên dayîn. Her wiha em semîneran di derbarê destûr û mafên jinê ya di nava destûrê de çi ye zagonên wê çi ne û jin çiqasî cihê xwe di nava vê desturê de dibîne didin."
 
'Divê jin rola xwe di nava civakê de mayinde bike'
 
Reşanê destnîşan kir ku divê jin baweriya xwe bi xwe bîne û nehêle ku her tim kevneşopiyên civakê li pêşiya wê bibin asteng û wiha pê de çû: "Rojane em di nava civakê de û bi taybet di nav jinan de ne, çi pirsgirêkên wan ên madî yan manewî bin, bi rêya nîqaşan, semîner û perwerdeyan em bi hev re çareser dikin. Pêwîst e jin jî xwe perwerde bikin, em bi tenê nikarin tiştekî bikin divê jin jî bi me re bibin alîkar. Gotineke pêşiyan heye dibêje 'Deng tenê ji destekî nayê' divê em bi hevdu re pirsgirêkan çareser bikin. Divê jin bi rengekî çalak kar û xebatê bike û her jinek xwedî li jinên rex xwe derkevin. Pirsgirêka jinekê ya hemû jinan e. Dema ku em semîneran ji jinan re li dardixin bi rastî jî hin jin heta niha di malê de di çarçoveyeke teng de maye û hîna jî xwe ji hişmendiya mêr-dewletê rizgar nekiriye. Banga min ji hemû jinan re heye ku xwedî li keda hev derkevin û xwe di hemû qadên jiyanê de pêş bixin."