Xwendekarên Mexmûrê: Perwerde mafê me ye

  • 09:04 22 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMUR - Ji ber ambargoya heyî ya li ser Mexmûrê xwendekarên zanîngehê ku PDK destûrê nade wan derbasî Hewlêrê bibin ji mafê xwe yê perwerdê bê par tên hiştin. Xwendekaran bertek nîşanî helwesta PDK'ê da û daxwaza mafê xwe yê perwerdê kirin.
 
Ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji ber ambargoya heyî çûn û hatina şêniyên Mexmûrê ya Hewlêrê hatiye astengkirin. Ji vê pêkanînê herî zêde xwendekarên zanîngehê bi bandor dibin. Xwendekarên ku li Hewlêrê zanîngehê dixwînin ji ber ku Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) rê girtiye ev sal û nîveke ku nikarin biçin zanîngehê. Hem xwendekar nikarin biçin zanîngehê û hem jî xwendekarên ku alavên wan li zanîngehê mane rêvberiya Hewlêrê destûrê nade ku biçin bînin. Xwendekara Zanîngehê Nûdem Yaman derbarê mijarê de ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
Nûdemê diyar kir ku ji ber PDK destûrê nade wan ew nikarin biçin zanîngehê û ev tişt got: “Ev 15 mehe ku rê li ber şêniyên Mexmûrê hatiye girtin û nikarin derbasî Hewlêrê bibin. Ji vê qedexeyê jî herî zêde em xwendekarên zanîngehê bi nandor dibin. Li gel qedexeyê jî me demekê xwendina xwe berdewam kir. Lê piştî belavbûna vîrusa Koranayê ji aliyê hukumeta PDK'ê ve perwerde heta demekê hat sekinandin. Me jî navber da perwerdê lê me alavên xwe ji yurdên zanîngehê negirtin û em vegeriyan Mexmûrê.  Piştî demekê ji aliyê hukumetê ve hat ragihandin ku dibistan bi temamî hatine girtin û biryara vegera xwendekaran ji bo tiştên xwe hat dayin. Me jî xwest ku em biçin tiştên xwe bînin, lê asayîşa PDK’ê destur neda. Em ji nîsanê heta niha bi vî karî mijûl dibin û bi tû awayî destûr ji me re nayê dayin. Lê me agahî girt ku gelek xwendekarên din ên li dervayî Hewlêrê vegeriyane bajarê Hewlêrê. Her wiha hinek xwendekarên ku vegeriyane Hewlerê û berpirsên yurdan telefonî me klirin û gotin werin tiştên xwe bibin yan jî em ê bavejîn.”
 
'Me serlêdan kir lê bersîv nedan me'
 
Nudemê anî ziman tu rêyek wan nemayê ku serlêdanê bikin û wiha got: “Piştî astengkirinê me serî li Qaymeqamtiya Navçeya Mexmûrê da ku ji bo em karibin biçin Hewlêrê.  Lê asayişê carek din bi hecetên Virusa Koronayê destur neda. Nîha hemû zanîngeh vebûnê û hemû xwendekar perwerdeya xwe dibînin. Lê em xwendekarên Mexmûrê ji vî mafê xwe bêpar dimînin. Me wek xwendekarên Mexmûrê bi dehan caran serlêdan li asayişa gişti, Xaçesor, Yekitiyên Qutabi û serî li  Qaymeqamtiya Navçeya Mexmûrê da. Le bi tu avayî bersiv nedan serlêdanên me. Di heman demê de  Netewên yekbuyî navên me xwestin me amedê kir û jivan re rê kir. Lê me tu bersîv negirt. Em xwendekarên Wargeha Mexmûr jî dersên xwe dûr dimînin û xwendekarên ku xwendina wan qediyaye jî nikarin biçin alavên xwe ji yurdan bigirin. Perwerde mafê her kesî ye û mafê penabera ye jî. Divê her kes bizanibe ku em nikarin xwendina xwe berdewam bikin. Daxwaza me ew e ku em perwerdeya xwe berdewam bikin.”
 
“Em daxwaza mafê xwe yê xwendinê dikin”
 
Nudem Yaman di dawiya axaftina xwe de bang li tevahi xwendekarên zanîngehê kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em dixwazin dengê xwe bigihînin hemû devaran û bibêjin xwendin ji bo her kesî pêwist e.  Ji bo me ciwanên Mexmûrê zahmetî tên derxisin. Pêwist e ku perwerde tevlî kare siyasî neyê kirin, lê em dibinin ku siyaset bandora xwe li ser perwerdeya me jî dike. Perwerde û tendurûstî pêwistiyên jiyani ne. Hêviya me ew e ku di demek heri nêz de rê ji bo xwendekarên Wargeha Mexmûrê jî were vekirin. Em mafê xwe yê perwerdê dixwazin. Perwrde mafê me ye jî”