Peyman di bin talûkê de ye, têkoşîna hevpar divê

  • 09:02 22 Cotmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Hatîce Çoruk da zanîn ku rîsak vekişandina ji Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê her dem heye û got li dijî vê yekê eniya hevpar divê bê avakirin. 
 
Tirkiye ket nava hewildanê ku ji Peymana Stenbolê xwe vekişîne. Ji ber jinan bertek nîşan dan AKP'ê gav paş avêt. Jinan jî li dijî îhtimala ku dîsa vekişandin bê rojevê Koma Kampanyayê ya Peymana Stenbolê ava kirin. Ji endamên komê û di heman demê de endama Mala Piştevaniyê û  Çandê ya Jinê ya Buca Evka-1 (BEKEV) Hatice Çoruk têkildarî mijarê axivî. 
 
'Em ê şopdarê pêkanîna peymanê bin'
 
Haticeyê da zanîn ku hukumet her êrişî Peymana Stenbolê dike û wiha got:"Gelek jin hatin qetilkirin, gelek kes ji zayendperestiyê hatin cudakirin, gelek zarok hatin îstismarkirin. Ev binpêkirina mafan hîn dewam dikin. Dema Peymana Stenbolê ket rojeva MYK'ê em wekî tevgera têkoşînê hatin gel hevdu. Em dibêjin bila Peymana Stenbolê pêk were. Em ê şopdarê vê yekê bin."
 
'Dibe ku dewlet dixwaze ji berpirsiyariya xwe biqere'
 
Haticeyê da zanîn ku dibe ku dewlet dixwaze ji berpirsiyariya xwe biqere û wiha dewam kir:"Her çiqas meclîs bê wate hatibe hiştin jî lê dîsa jî dikarin şevekê vê mijarê bînin rojevê û derbas bikin. Jixwe dewleteke berpirsiyariya zêdebûna komkujiyên jinan negire ser xwe dikare ku vê berpirsiyartiyê jî negire ser xwe."
 
'Divê jin peymanê bide naskirin'
 
Haticeyê bal kişand ser naskirina Peymana Stenbolê û wiha got:"Bila peyman bi gotina 'peymana şeytan mala mirov xirab dike' a hinek kesên qaşo rojnameger in neyê rojevê. Bila jin vê yekê ji kesên wiha nebihîsin. Divê jin peymanê bide naskirin. Em ne tenê ne em têkoşîna xwe bi xwişkên xwe dewam bikin."