ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 22 Cotmeh 2020
  • Rojev
* Eyşe Îsa ya ku li baxçeyê xwe bi keda destên xwe jiyana ekolojîk diparêze û ajalan xwedî dike da zanîn ku ew bi berhemên diçîne ji bo xwe jiyaneke baş û bi wate diafirîne û wiha got:"Jiyana herî pak û zelal ew e ku mirov her di nava berhemdayinê de be. Dema ku tu dendikekê biçîne tu bi hêviyekê bendewar dibe ku berhem bide, ji bo wê jiyana ku jin tê de xebatkar be her xweşik dimîne." DÎMEN HEYE
 
*Hatîce Çoruk da zanîn ku rîsak vekişandina ji Peymana Stenbolê ya Tirkiyeyê her dem heye û got li dijî vê yekê eniya hevpar divê bê avakirin. DÎMEN HEYE
 
*Merca Xidir ku ji gundê Eboş ê navçeya Til Temirê ye, derbarê hebûna Hêzên Rêjîma Sûrîyeyê ya li gundê xwe da zanîn ku rejîmê dest daye ser malên wan û wiha got:"Rejîma Sûriyeyê ji dewleta tirk a dagirker bêtir barê me giran kiriye. Berî welatê me bê dagirkirin jiyaneke aram hebû lê niha rejîmê û dewleta tirk tu aramî nehiştine." DÎMEN HEYE
 
* Endama Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya Kantona Kobanê Reşan Mehmud têkildarî semînerên ku ji jinan re li dar dixin wiha got: "Armanca semînerên ku em ji jinan re li dar dixin ew e ku jin di warê nexweşiya pençeşêrê de agahdar bibin û bikaribin di qada tenduristiyê de xwe biparêzin." DÎMEN HEYE
 
*Ji ber ambargoya heyî ya li ser Mexmûrê xwendekarên zanîngehê ku PDK destûrê nade wan derbasî Hewlêrê bibin ji mafê xwe yê perwerdê bê par tên hiştin. Xwendekaran bertek nîşanî helwesta PDK'ê dan û daxwaza mafê xwe yê perwerdê kirin. DÎMEN HEYE
 
*Hevseroka kampa koçberên Girê Spî ya navçeya Til Semenê, Narin Ebdurehman rewşa kampê nirxand. Narînê da zanîn ku ew ji bo alîkariya koçberan xebatên xwe dewam dikin û wiha got: "Em hewil didin rewşa kampê bi awayekî baş bi rê ve bibin û berfireh bikin, ji ber zivistan tê divê em amadekarî û tedbîrên kampê bigirin." DÎMEN HEYE
 
*Kooperatîfa Jinan a Licê ku ji bo gelek jinên kedkar bû qada îstîhdamê, xebatên xwe berdewam dike. Seroka Kooperatîfa Jinan a Lîcê Leylan Karakeçî got berhemên ku çêdikin di destê wan de namînin û kooperatîf eleqeyek mezin dibîne. Her wiha Leylanê diyar kir ku ew ji bo xwe zêdetir bigihînin jinan li benda alîkariyê ne.  DÎMEN HEYE
 
* Ji ser erdheja Wanê ya mezin 9 sal derbas bûn. Lê belê şêniyên Wanê yên di konteyniran de dijîn hîn jî tên mexdûrkirin. Şêniyên di konteynirên bê av û ceyran de dimînin dixwazin dengê wan bên bihîstin. DÎMEN HEYE
 
*Endama TAJÊ Neam Elyas ku di şandeya li Silêmanî dest bi rêzehevdîtinên têkildarî biryara hevpeymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê kiribû da zanîn ku biryara hatiye dayin bêyî îradeya gelê Şengalê ye û  got:" Bi hezaran jin, xort, kalemêrên me winda ne. Tê xwestin dîsa jenosîdeke nû bê kirin. DAÎŞ bi ser neket. Lê niha dixwazin heman tiştî bînin serê me." DÎMEN HEYE
 
*Îdanameya derbarê Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Hesîbe Mengîrkaon ku ji bo îfadeyê bide çûbû emniyetê û li ser îfadeya şahidê nepen hatibû girtin 11 meh e nehatiye amadekirin.  Herwiha hat ragihandin ku Hesîbeya li girtîgehê nexweş ketiye rakirine nexweşxaneyê. DÎMEN HEYE
 
*Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şopandina rewşa jinan dê serdana Kampa Serêkanîyê bike. (9.30)