Şêniyên Eyn Îsa li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan
- 14:56 21 Cotmeh 2020
- Rojane
EYN ÎSA - Komîteya Desteya Perwerdê ya Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa li dijî kiryarên li ser zarokan û gundên wê navçeyê de tên kirin meşiyan.
Piştî dagirkirina kantona Girê Spî ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve, roj bi roj dizî, talankirin, kiryarên dijî mirovahiyê zêde dibin û rojane li ser navçeya Eynîsa û gundên wê êrîş pêk tên. Her wiha di 16'ê Cotmehê de moşekeke dewleta tirk li gundê Huşan ê ku li Rojavayê Eyn Îsaye ket û di encamê de ciwanek û biryê xwe yê biçûk El- Zêdan jiyana xwe ji dest dan. Komîteya Desteya Perwerdeyê ya Kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa li dijî kiryarên ku rojane di derbarê şêniyên gund û navçeyan de tên kirin meşiyan û ev kiryar şermezar kirin. Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa, xwendevan û Mamoste beşdarî meşa hat lidarxistin bûn. Di meşê de wêneyên zarokê bi navê Hatim El- Zêdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hatin hildan. Meş li qada şaredariyê li navenda bajêr rawestiya.
`Em bêdengiya dewletên navnetewî şermezar dikin`
Piştî meş rawestiya daxuyanî hat dayîn û ev tişt hat gotin: "Ev kiryarên bê exlaqî li dijî zarok, pîr, kal û xwezayê ku tên kirin bi hevkariya hêzên Rusya, Emerîka û hevkarên wan pêk tên. Em van pêkanînên rojane li ser me tên kirin şermezar dikin. Bi taybet ev êrîşa ku li ser zarokê bi navê Hatim El- Zêdan hatiye kirin dûrî mirovahiyê ye û em vê êîrîşê şermezar dikin. Em ê bi têkoşînê herêmên xwe ji dewleta tirk û çeteyên wê rizgar bikin. Helwesta me li dijî dewleta tirk û çeteyên wê diyare û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
Meş bi dirûşma "Şehîd namirin" û "Bimre dagirkerî" bi dawî bû.