Ji du birayên panzêrê pê li wan kir yekî jê jiyana xwe ji dest da

  • 13:43 21 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Navçeya Cindirisê ya Efrînê ya ku di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye panzêra aîdî TSK'ê ye pê li du birayan kir. Ji du zarokên ku panzêrê pê li wan kir yekî jê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Navçeya Cindirisê ya Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye panzêra aîdî TSK'ê ye pê li du zarokan kir. 
 
Do zarokê bi navê Yaser Xelîl Abdo jiyana xwe ji dest da û îro jî birayê wî yê bi navê Rêzan Xelîl Abdo yê 33 salî ye jiyana xwe ji dest da.