Bêrîtan li Mexmûrê hat bîranîn

  • 12:42 21 Cotmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR -Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li wargeha penaberan a Mexmurê hate bîranîn.
 
Gulnaz Karata (Bêrîtan) di 28’emin salvegera şahadeta xwe de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) hate bîranîn. Merasîma biranînê li saziya malbatên Şehîdan pêk hat. Beriya merasîma bîranînê dest pê bike ji bo tevahî pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Di merasîma hat lidarxistin de piştî rêzgirtinê axaftin hatekirin û Sinevizyona ku têkoşîna Bêrîtanê vedibêje hat nîşandin. 
 
Li ser giringî û wateya rojê û li ser kesayeta Bêrîtanê endama saziya malbatên Şehîdan Sultan Yildiztan axivî. 
 
Sultanê diyar kir ku Heval Bêrîtan di sala 1992’an de, di dema şerê navbera PKK û PDK’ê de ku bi hêvkariya  Dewleta tirk dest pêkir de jiyana xwe ji dest da û wiha berdewm kir. " Îxaneta PDK’ê ya bi hevkariya dewleta tirk ya di sala 1992'î  hata roja me ya îro berdewam dike. Şehîd Berîtan ji bo xeta jin û azadiyê canê xwe feda kir. Ji bo nekeve dest xwe ji Çiyayê Lelkanê de avet xwarê û şehîd bû. Îro ji gerîlayên me di xeta şehîd Berîtan de li heftêninê li hemberî dewleta tirk li berxwe didin. Bi hezaran  dayikan navê Bêrîtanê li zarokên xwe kirine. Bi xeta şehîd Berîtan arteş û meclîsên jinan hatin avakirin. Em di kesayeta Şehîd Bêrîtan de  hemû şehîdên Kurdistanê bi bir tinin û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewinin.”
 
Mêrasima biraninê bi duruşmên:” Şehîd namirin”, Bijî Serok Apo”, Jin jiyan Azadî” bi dawî bû.