Qayûm ji gel re xizmetê nake!

  • 09:01 21 Cotmeh 2020
  • Rojane
Medya Uren 
 
MÊRDÎN - Şêniyên li taxa Îstasyonê dijîn ji xizmetên qeyûmê ya Artukluyê bi gazinc in û gotin: "Ji ber qapaxên serebê vekirine û çopên rojane nayên kom kirin ji taxê behna gemarê tê. Her wiha pirsgirêkên taxê nayên guhdarkirin."
 
Welatiyên li taxa Îstasyonê ya ku girêdayî navçeya Artukliya Mêrdînê dijîn li hemberî qeyûman bi gazinc in. Bi taybetî jî her tim qapaxên serebê vekirinê bêhna gemarê belavî taxê dibe. Her wiha çopên heyî bi rojan li erdê dimînin û nayên komkirin. Welatiyên li taxê bertek nîşanî rewşê dan û gotin bi tu awayî xizmetên adin taxê. 
 
‘Em tev bi nexweşiya kolerayê ketine’
 
Nofa Çelîk li Taxa Îstasyonê dijî û da zanîn ku her tim qapaxên serebê dişkên û got: "Em her tim bi heman pirsgirêkê re rû bi rû dimînin. Ji bo çareseriyê em li şaredariyê digerin. Tên tiştek nakin û diçin, gelek caran jî guh nadin pirsgirêkan jî. Ji ber behna ku belav dibe em nikarin li avahiyên xwe bijîn. Her wiha zarok jî ji neçariyê di nava gemariyê de dilîzin. Ji ber sedema gemarî û qirêjiyê em bi nexweşiya kolerayê ketin."
 
‘Ava qirêj dikeve hindirê malên me’
 
Nofa diyar kir ku bi hatina zivistanê re rewşa wan xirabtir dibe û wiha axivî: "Bi zivistanê re av zêde dibe û ava qirêj ya ku belavê derdorê dibe ji zêdetir dibe. Niha baran tune ye. Ev ava qirêj dikeve hindirê malên me jî. Bi mehane ev rewş wisa berdewam dike. Ev tişt ji ber xizmetên qeyûmê pêk tên." 
 
‘Xizmetê nadin taxa me' 
 
Nofa di axaftina xwe de bal kişand ser xizmeta şaredariyê û got: "Xwezî pirsgirêka me tenê sereb bûye, ji derveyî wê gelek pirsgirêkên me yê sereke jî hene û nayên çareserkirin. Çopên me bi rojan li ser hev kom dibe û nayên komkirin. Ji ber ku çop nayên komkirin behnek xirab dikeve taxê. Em xizmetek dixwazin û lê şaredarî tu xizmetê nake. Her wiha ew xizmeta ku ji taxên din re tên kirin ji taxa me re nayêkirin. Rewşa taxa me ne rewş e. Ev ne di xema kesekî de ye. Ji ber bêhnê û gemarê em nikarin li taxê bicivin.”