ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2020'Î

  • 09:00 21 Cotmeh 2020
  • Rojev
*Hiqûqnasa Kantona Şehbayê Narîmen Hûsên tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê ferzkirin anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan zagonên navneteweyî binpê dike û wiha got: "Tecrîda giran a li ser Rêber Apo li pêşiya çavên Rêxistina CPT'yê didome. Dewleta tirk destkeftiyên Gelê Kurd û vîna gelên bi Rêber Apo ve girêdayîne, armanc digire." DÎMEN HEYE
 
*Endama Komeleya Jinê ya Starê Rojbin Bor têkildarî Peymana Stenbolê ya ku bi vekirina meclîsê re dîsa bû mijara nîqaşê nirxandin kir. Rojbînê wiha got:"Bi nîqaşkirina Peymana Stenbolê fermana komkujiya jinê îmze dikin." DÎMEN HEYE
 
*Endama Meclîsa Edaleta Jinê, Nifûsa Hiso di derheqê kiryarên dewleta tirk ên li ser jinê de anî ziman ku jin her dem, li her derê divê li dijî tundiyê li berxwe bidin û wiha got:"Heta vê rojê jî jinên ku di heremên dagirkirî de mane tên qetilkirin, revandin û tecawizî wan tên kirin. Em bi tundî van kiryarên dewleta tirk şermezar dikin û em ê bi têkoşîna xwe tundiya li ser jinê rawestînin." DÎMEN HEYE
 
* Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, têkildarî êrîşên li dijî partiya wan û fezlekeyên derbarê parlamenterên wan de hatine amdekirin ji ajansa me re axivî. Nuranê diyar kir ku AKP'ya kaosa siyasî dijî siyaseta kurd tune dihesibîne û her gava ku em diavêjin di be fezleke û tê pêşberî me. DÎMEN HEYE
 
*Endama Komîteya Pêwendiyên Derve ya Mexmûrê Leyla Arzu Îlhan diyar kir ku hevpeymana Bexda û Hewlêrê tê wateya amadekariya fermanek nû û got: "Tifaqên qîrej, li hemberî Şengalê bûn yek û li pişt deriyan biryaran girtin û dixwazin çand û hebûna Êzidiyan tune bikin." BI DÎMEN 
 
*Endama  MMO û TMMOB-ÎKK'ê Arîn Zumrut diya kir ku hukumet dixwaze têkoşîna jinê têk bibe û wiha got:"Ez ê têkoşîna jinê dewam bikim. Ew ê bûyerên wiha bêmad min ji têkoşîna min neqerîne." DÎMEN HEYE
 
* Şêniyên li taxa Îstasyonê dijîn ji xizmetên qeyûmê ya Artukluyê bi gazinc in û gotin: "Ji ber qapaxên serebê vekirine û çopên rojane nayên kom kirin ji taxê behna gemarê tê. Her wiha pirsgirêkên taxê nayên guhdarkirin." BI DÎMEN
 
*Dema dawişandin û topkirina zeytûnên bi nav û deng ên Dêrikê dest pê kir. Lê hilberîneran anî ziman ku ew îsal ji ber zeytunên ji Suryeyê tên hewirdekirin û qeyrana aborî nikarin firotinê bikin. DÎMEN HEYE