Ji du zarokên panzêrê pê li wan kir yekî jê jiyana xwe ji dest da

  • 08:55 21 Cotmeh 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Navçeya Cindirisê ya Efrînê ya ku di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye panzêra aîdî TSK'ê ye pê li du zarokan kir. Ji du zarokên ku panzêrê pê li wan kir yekî jê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Navçeya Cindirisê ya Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de ye panzêra aîdî TSK'ê ye pê li du zarokan kir. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) ji du zarokên ku panzêrê pê li wan kir yekî jê jiyana xwe ji dest da. 
 
Li gor nûçeya ajansê panzêr li zarokên bi motosikletê li ser rê diçûn qewimiye û zarokek birîndar bûye yekî jî jiyana xwe ji dest daye.