Kongreya 8’emîn a Kongreya Star bi biryarên girîng bi dawî bû

  • 08:36 21 Cotmeh 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - 8’emîn kongreya, Kongreya Star a Rojava ku bi dirûşma ”Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê mîsoger bikin” hatibû lidarxistin, bi biryarên girîng bi dawî bû. 
 
Kongreya Star a Rojava 8’emîn Kongreya xwe li bajaroka Rimêlanê ya navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê li navenda Çand û Hunera Aram Tîkran bi beşdariya 300 delegên jin ên ji gelek rêxistinên jinan li dar xist. Piştî rojekê ji nirxandina kar û xebatê du salan kongre bi biryarên girîng bi dawî bû. Berî girtina biryaran jî ji bo xurtkirina xebatê jinan, gelek pêşniyar ji aliyê jinan ve hatin pêşkêşkirin, paşê jî jinan biryar eşkere kirin.
  
Biryarên ku hatine dayin wiha ne:
 
*Ji bo mîsogerkirina tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, meşandina tekoşîneke radîkal a bîrdozî û civakî.
 
*Bi armanca hilweşandina pergala Îmraliyê, bilindkirina asta têkoşînê, ji bo vê birêxistinkirina çalakiyan û berfirehkirina xebatê pêwist e. 
 
*Di dadgehên navneteweyî de rojevkirina  komkujîyên di derheqê jinan de û şopandina wan.
 
*24 'ê Hezîran roja şehadeta  Zehra, Hebûn û yadê Emîne weke roja 'Li hemberî faşîzmê bilindkirina tekoşîna jinê'  bê pênasekirin û destgirtin.
 
* Hevrîn Xelef wek sembola ‘jina pêşeng a projeya netewdemokratik’ bê qebûlkirin. 
 
*Di rêxistinkirin û perwerdekirina civakê  de û di hemû xebatên avakirinê de esas girtina feresata şerê gelê şoreşger û parastina cewherî. 
 
*Di hemû xebat û têkoşîna xwe de hedefkirina rizgariya herêmên dagirkirî.
 
*Kongreya Star di hemû xebatên xwe de Jîneolojîyê bingeh digire û ji bo pêşxistina zanebûna jineolojîk têdikoşe. 
 
*Bi armanca çareserkirina hemû pirsgirekên jinan avakirina komîteya projeyan. 
 
*Li hember hemû rêbazên şerê taybet, siyaset û polîtîkayên qirkirinê û tunekirinê pêşxistina tekoşînê.
 
*Li dijî tundiya li ser jinan, zewaca di temenê biçûk û pirzewac, her wiha ji bo çareserkirina pirsgrêkên jinan mezinkirina tekoşînê û meşandina xebatên taybet. 
 
*Xurtkirin û berfirehkirina Meclisa Perwerdeyê ya Kongreya Star.
 
*Di tevahî akademî û komînan de li ser rêhendên neteweya demokratîk, rêveberiya cewherî  û şerê gelê şoreşgerî, bihêzkirina  bernameyê perwerdeyan. 
 
*Li ser bingeha feresata Jîneolojîyê perwerdekirina hemû jinan.
 
*Vekirina navenda pêşxistina lêkolîna aboriya jinê.
 
*Şopandin û rojevkirina qetilkirina jinên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 
 
*Bi armanca pêşxisitin û kûrkirina hişmendiya dadmendiya civakî, danasîna zagonên jinê û pergalên hiqûqê, di nava civakê de pêşxistina perwerdeyên bi bandor u afirîner.
 
*Di akademiyan de ji bo tevahî jinan pêşxistina perwerdeyên li ser xweza û anatomiya jinan.
 
*Li ser bingeha xeta sêyemîn a bi partiyên siyasî yên jinan re xurtkirin û hevbeşkirina xebatên heyî. 
 
*Bi armanca pêşxistina xebatên hevbeş û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya jinên Kurd, pêşxistina plansaziyan. 
 
*Hemû biryarên ku di konferansên kanton û komîteyan da hatine  girtin ji bo kongreyê derbasdar e.
 
Piştî biryaran Koordînasyona Kongreya Star a Rojava ji 7 kesan hatin hilbijartin, kesên ku hatine hilbijartin navê wan wiha ne: Remziya Mihemed, Mûna Yûsif,  Rîhan Loqo, Şokriya Hiso, Minwer Saroxan, Hîva Erebo û Asya Abdullah. 
 
Kongreya 8’emîn a Kongreya Star bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.